Helbestvan Merdê yê birîndar bûbû: Nikarin vîna me bişikînin 2022-04-02 11:47:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestvan Ferhad Merdê têkildarî êrişa ku duh ji aliyê Tirkiyê ve li hemberî seyareya wan pêk hatibû got: “Dagirkeriya Tirk bi van êrişan dixwaze welweleyekê bixe nava gel, lê nikarin vîna me bişikînin.”   Duh li navçeya Tirbespiyê ya Rojavayê Kurdistanê balafira bêmirov û bi çek (SÎHA) a Tirkiyê li dijî wesayîta ku helbestvan Ferhad Merde jî têde bû êriş pêk anîbû. Ferhad Merdê û kesek birîndar bûbûn û endamek Hêzên Erka Xweparastin bi navê Dirar Cuma Hemze jiyana xwe ji dest dabû. Ferhad Merdê têkildarî êrişa ji aliyê Tirkiyê ve li hemberî seyareya wan pêk hatibû ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.    'KES NIKARE VÎNA ME BIŞIKÎNE'    Ferhad Merdê di destpêke de ji hemû kesan re ku pirsa wan kirine, spas kir û anî ziman ku rewşa wan baş e. Merdê ji malbata hevalê wan ê jiyana xwe ji dest daye re sersaxî xwest û got: “Hevalekî bi navê Dirar ku di bûyerê de bi me re bû, şehîd ket. Hevalê şofor bû. Hevalekî ji malbateke hêja bû. Em ji bo karekî diçûn, lê di encama vê êrişê de ev heval şehîd ket. Ez sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim.”   Merdê destnîşan kir ku Tirkiyeyê êrişên bi vî rengî ji xwe re kiriye edetek û got: “Dagirkeriya Tirk ne tenê leşkeran, her kesî dike armanca êrişên xwe, bi van êrişan dixwaze welweleyê bixe nava gel. Lê nikarin vîna me bişikînin. Em bi axa xwe ve girêdayî ne û vîna me nayê şikandin.”