Iraq Şengalê dorpêç dike: Li ser sînor baregeh tên avakirin 2022-04-02 13:05:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Hewldanên dîwarkirina di navbera sînorê Rojavayê KurdistanÊ û Şengalê de dewam dike. Iraqê li deşta herêma Ereban ya nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe zêde kiriye.   Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêdetir dibe. Hikûmeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Ev nêzî meheke artêşa Iraqê ketiye nav hewldaneke nû ku bi taybet ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.   Her wiha têlên rêsayî jî tenê li ser xeta sînor bên danîn. Li gorî plansaziya artêşa Iraqê wê têlên rêsayî 5 km ji sînor dûr were danîn.   Li gor vê projeyê, wê ji xeta Medîban heya gundê Bîr Qasim a nahiya Sinûnê têlên rêsayî were kişandin. Li Şengalê, dema ji xeta sînor 5 km bikeve hundir, mirov nêzî Xanesor û Sinûnê dibe.   10 BAREGEHÊN NÛ    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa Iraqê li deşta herêma Ereban ya nêzî sînor jî, nêzî 10 baregehên xwe zêde kiriye. Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê li herêmê dewam dike.   Dîwarkirina di navbera Rojavayê Kurdistanê û Şengalê de jî dewam dike. Demek dirêje artêşa Iraq dest bi çêkirina dîwarek di nava Rojava û Şengal de kiriye, dîwar bi dirêjahiya 250 kêlometre ji aliyê lîwaya 18’an ya parêzvanên sînor ên Iraqê ve tê çêkirin.   Bilindahiya dîwar 3 metre û 75 santî metreye. Tê gotin ev lîwaya leşkerî ya 18’an girêdayî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimi ye.