Yuksekdag: Em ê berxwedana xwe zêdetir bikin 2022-04-02 14:50:51   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag peyam şand konferansa jinên ciwan û got: “Tevî dem û mekanê jî em ê berxwedana xwe zêdetir bikin.”    Jinên Ciwan ên Azad (OGK) bi dirûşma “Ji bo azadiyê îsyana xwe bilind bike” Konferansa Jinan a Ciwan a 4’emîn li dar xist. Konferans li Mala Avakirina Çandê ya Balata navçeya Fatîha Stenbolê hat lidarxistin û gelek jin û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.    Konferansê bi rêzgirtina ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de canê xwe ji dest dane dest pê kir. Sînevziyona ku ji çalakiyên jinên cîhanê pêk dihat hat nîşandan.    TÊKOŞÎNA AZADIYA JINAN    Endama Koordînasyona Jinan a Navenda OGK’ê Hîvda Selen destpêkê axivî û ya ku têkoşîna azadiyê li Rojava û Rojhilata Navîn xeta wan ronî dike destana Zîlan e û xeta têkoşîna wan a li Tirkiyê jî jinên ciwan ên li Pirsûsê canêxwe ji dest dan ronî dikin. Selen got ew ê li ser şopa têkoşîna azadiyê ya jinên canê xwe ji dest dane têkoşîna xwe mezin bikin. Selen anî ziman ku ew ê li dijî tundiya zilam-dewletê têkoşîna xwe birêxistinkir bikin û li dijî her cûre tundiyê rawestin û têbikoşin.    'EM Ê BERXWEDANA XWE ZÊDETIR BIKIN’    Piştî axaftina Selen, nameya Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ji Girtîgeha Kandirayê bo konferansê şandibû hat xwendin. Yuksekdag di nameya xwe de bal dikişîne ser girîngiya têkoşîna jinên ciwan û wiha dibêje: “Ez konferansa we silav dikim. Kelecan û biryardariya we mizgîniya biharê ye û rêya me ronî dike. Em û hûn bi hev re tevî zeman û mekanê jî em ê berxwedana xwe zêdetir bikin. Ez serkeftinê ji konferansa we re dixwazim.”    Piştî xwendina nameyê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.