Ji bo girtiyê nexweş ê 70 salî banga berdanê 2022-04-02 15:14:05   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 70 salî rewşa wî giran e tavilê bê berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 395’emîn de çalakiya heftane li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê pêk hat û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê 70 salî ku rewşa wî giran e û li Girtîgeha Qubînê ya Êlihê tê ragirtin.    REWŞA WÎ GIRAN E   Turgut diyar kir ku Emîn Çam 70 salî ye û ji sala 2013’an ve di girtîgehê de ye û ew carek hatiye berdan û li derva tedawî bûye û hatiye tespîtkirin ku di aliyê rastê de lekeyek çûye ser mêjiyê wî. Turgut da zanîn ku cezayê li Çam hatiye birîn 3 meh berê bi encam bûye û 9 sal ceza lê hatiye birîn û tevî ku nexweş e jî li Girtîgeha Qubînê tê ragirtin û tevî ew bi tenê jî di qawîşê de bûye jimartina li ser pêya lê hatiye ferzkirin. Tufgut xwest Emîn Çam ku rewşa wî giran e tavilê bê berdan.