Xizmên Windakiriyan: Ji bo edaletê wê têkoşîn bidome 2022-04-02 15:31:30   AMED - Polîsan ji ber biryara qedexeyê ya Walitiyê nehişt ku xizmên windakiriyan ên li Amedê daxwaza edaletê dikin li kolanê daxuyaniyê bidin. Di çalakiya Êlihê de jî aqûbeta bavê parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Abdûrrahman Acar ê di sala 1993’yan de hatiye qetilkirin hat pirsîn.    Malbatên ku li Amedê ji bo xizmên xwe yên bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin an jî di binçavan de hatin windakirin têkoşîna edaletê dimeşînin di hefteya 68’emîn a çalakiya xwe de rastî astengkirina polîsan hatin .    Endam û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windakiriyan weke her hefte ji bo bêjin “Bila kesên windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” hatin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê. Lê polîsan biryara Walitiyê ya “qedexeya çalakiyan” a 10 rojan weke hêcet nîşan da û nehişt daxuyanî were dayîn.    VÎDEO HAT PARVEKIRIN   Li ser qedexeyê xizmên windakiriyan û parazvanên mafên mirovan daxuyaniya xwe bi dîmeneke ku li ser hesabê medya dîjîtal a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê weşandin bi raya giştî re parve kirin. Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim di dîmenê de bal kişand ser bêhiqûqiya biryara Walitiyê û vê hefteyê Bedrî Alagam ê di 25’ê Çileya 1995’an de di bin çavan de hatiye windakirin bi bîr xist. Yildirim di dîmena hatiye weşandin de çîroka Alagam vegot.    ÊLIH   Li Êlihê jî ji ber tu biryarên qexeyê yên Walitiyê tune bûn, xizmên windakiriyan di hefteya 523’emîn a çalakiya xwe de bi rêveberên Şaxa ÎHD’ê ve li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistan hatin gel hev. Di çalakiya vê hefteyê de pirsa faîlên bavê Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Abdûrrahman Acar ê di 23’yê Adara 1993’yan de hatiye qetilkirin hat pirsîn. Tevî Başaran, parlamenterên HDP’ê Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Rêxistina HDP’a Bajêr, Dayikên Aştiyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û bi awayekî kiryarên wan nediyar hatine qetilkirin, hatin hilgirtin.    Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Ahmet Şiray ê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku careke din ji bo pirsîna aqûbeta windakiriyan bipirsin li qadan e û wiha got: “Em ji bo şîna miriyên xwe bikin, ji bo li gorî rûmeta mirovahiyê wan defin bikkin edaletê dixwazin. Em dixwazin ku faîlên cînayetên kiryarên nediyar derxînin pêş darazê û bên cezakirin û aqûbeta windakiriyên me were pirsîn. Bila faîlên windarkiyên me bên dîtin û darizandin.”   Şîray, pişt re çîroka Abdûrrahman Acar ê di sala 1993’an de li cihê jê re Garaja Midyada Kevin dihat gotin hat qetilkirin vegot û anî ziman ku Acar ê ku hêj 31 salî bû dema hat qetilkirin zewicî û 4 zarokên wî hebûn. Şîray, dû re nameya ku Ayşe Acar Başaran ji bavê xwe re nivîsî xwend.    Xizmên windakiriyan û kesên beşdarî çalakiyê bûn piştî nivîsa hate xwendin 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê li dar xistin û dû re ji pêş bîrdariyê veqetiyan.