Di meha Adarê de li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn 2022-04-02 16:45:05   AMED - Li gorî rapora ku DFG’ê parve kir; di meha Adarê de 6 rojnamevan hatin binçavkirin, êriş li 4 rojnamevanan hat kirin, li 13 rojnamevanan 32 sal ceza hat birîn û 6 malperên înternetê hatin astengkirin.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firan (DFG) “Rapora xwe ya Binpêkirinên Mafan a li ser Rojnamevanan” a meha Adarê bi raya giştî re parve kir. DFG’ê diyar kir ku di meha Adarê de jî êrişa li ser rojnamevanan û binçavkirin, gef û mûameleya xerab û astengkirina organên weşan û çapemeniyê berdewam kir. DFG’ê da zanîn ku di nava mehê de 6 rojnamevan hatin binçavkirin û êriş li 4 rojnamevanan hate kirin.    LI 13 ROJNAMEVANAN 32 SAL CEZA BIRÎN   DFG’ê, bi lêv kir ku ev pêkanîn binpêkirinên mafan ên cidî ne li ser jiyan û ewlehiya rojnamevanan û got: “Dîsa di meha Adarê de lêpirsîn, doz û cezayên li dijî rojnamevanan jî kêm nebûn. Ji 13 rojnamevanên hatin darizandin re 32 sal ceza hat birîn. Hêj bi dehan rojnamevan girtî ne û tevî hemû bangan jî nayên berdan. Ev yek bêhiqûqiya tê kirin radixe li ber çavan.”   6 MALPER HATIN ASTENGKIRIN   DFG’ê, anî ziman ku bi hêceta “Parastina pergala cemaweriyê û ewlehiya netewî” 6 malperên înternetê hatine astengkirin û wiha berdewam kir: “Hêj duh an ku roja ewil a meha Nîsanê malpera yekana ajansa nûçeyan a jinan Jinnewsê careke din ji xwegihandinê re hate astengkirin. Tevî biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Destûra Bilind, nêzikatiya organên çapemenî û weşanê dide nîşandan ku welat bi pergaleke zextker tê birêvebirin. Nûçeyeke ku neçe xweşiya rayedarên desthilatê malpereke mûxalîf ku dixwaza weşaneke azad bike bi awayekî pir hêsan dikare were astengkirin û girtin. Ev mînaka bêhiqûqiyê ye. Em rojnamevan vê bihûqîqiyê qebûl nakin.” DFG’ê, destnîşan kir ku ev pêkanînên li ser saziyên çapemeniyê  di heman demê de darbeyeke li “mafên gel ê nûçe wergirtinê” ye.   BANG LI DESHILATÊ KIR   DFG’ê bang li desthilata AKP’ê kir ku dest ji van zext û pêkanînan berde û rapora xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Eger qanûnek ji aliyê Meclîsê ve were derxistin, divê ev qanûn bibe qanûneke ku parastina rojnamevanan, azadiya raman û îfadeyê û azadiya çapemeniyê bi temamî ewle dike. Li dijî astengkirina rojnamevanan, qedexeya weşanê, pêşîgirtina li êrîşan divê qanûnek bê derxistin. Bi van hemû daxwazan em careke din dibêjin ‘Çapemeniya azad civaka azad e’ û dixwazin meha Nîsanê û hemû mehên li pey wê ji bo rojnamevanan pêvajoyeke azadtir bi xwe re bîne.”