Hatûn Alataş: Metîn hat îşkencekirin lê paş de gav neavêt 2022-04-03 09:10:31   EDENE- Di ser mirina xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş re 12 sal derbas bûn, lê hê jî kiryar nehatine girtin. Dayik Hatûn Alataş got: "Dewlet kurê min kuşt. Gef li Metîn hatin xwarin, hat îşkencekirin, lê paş de gav neavêt."    Di 4'ê Nîsana 2010'an de li navçeya Seyhan a Edeneyê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Alataş hatibû qetilkirin. Di ser mirina Alataş re 12 sal derbas bûn. Piştî Alataş hatibû qetilkirin, cenazeyê wî li nav baxçeyê porteqalan hatibû dîtin û hatibû angaştkirin ku xwe kuştiye û ji ber vê lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi dawî bûbû. Wekî ya bi hezaran kurdan aqûbeta Alataş jî ket ber "kiryar nediyaran".    Dayik Hatûn Alataş behsa kurê xwe Metîn Alataş kir.    Dayik Alataş, anî ziman ku kurê wê ji ber ku rojname belab dikirin gef li dihatin xwarin û ji ber vê ji kurê xwe re gotiye "demekê nexebite" û got: "Piştî min wer got, xeyidî. Got, 'Ez ne ji mirinê ne jî ji girtinê ditirsim. Ez dev ji kar bernadim.' Berî bê kuştin tim gef lê dihatin xwarin. Di sala 2009'an de gava rojname belav dikirin, ji wesayîteke Toros çend kes daketibûn, pêşiya Metînê min girtibûn û lêxistibûn. Ser çavê MEtîn mor û reş bûbû. Ji bo ez wî di wî halî de nebînim çend rojan nehat malê. Ez ji televîzyonê bi bûyerê hesiyam. Çend roj bi şûn de hat malê, bi ken got, 'dijmin bû' û ser bûyerê girt."    ‘PERE JI MALBATÊN WELATPARÊZ NEDISTAND   Dayik Alataş, anî ziman ku her kesî hez ji kurê wê dikir û got: "Tenê ne ji bo me, heya ji destê wî dihat alîkariya ehr kesî dikir. Tew rojekê min jê re got tu li vira dixebitî, lê qet pereyê te tune ye. Ew jî keniya û got, 'Dayê vê mehê 9 lîre ji min re ma.' Gava min got çima, got, 'çimkî ez şerm dikim pera ji malbatên welatparêz û malbatên gerîlayan û girtiyan bistînim. Pir israr dikin lê dîsa jî ez ji wan nastînim. Ji ber ku ji wan nastînim, ez pereyê xwe ji rojnameyê re dişînim.'"    GILÎ KIR LÊ…   Dayik Alataş, destnîşan kir ku piştî êriş li kurê wî hatiye kirin bi ser de jî gef lê hatiye xwarin û ji ber vê serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê daye û got: "MEtîn gilî kiribû. Dozgerî pêşî gotibû dê bûyerê bişopîne, lê gava pê hesiya bûyer siyasî ye dev jê berdabû. Jixwe piştî çend mehan MEtîn kuştin."    ‘KUJER POLÎS IN'   Alataş, bilêv kir ku dewletê ji bo mirina kurê wî re gotiye "xwe kuştiye" û got: "Dozger çend caran gazî me kir ji bo îfadeyê. Pirsî 'dijminên we hene?' Lê ez baş dizanim dijminên me ew in. Çimkî dijminên me tune ne. Ên kurê min şehîd xistin diyar in. Min ji wan re jî got, 'We kurê min kuşt. Kujer hûn in.' Ên kurê min kuştin polîs in. Dewlet e."    Dayik Alataş, destnîşan kir ku piştî kuştina kurê wê hîn bêtir daxilî nava têkoşînê bûye û dê tu carî dev ji têkoşînê bernede.    Dayik Alataş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêz dibe û di serî de jin bi giştî bang li her kesî kir ku tevli meşa Amarayê bibin. Alataş got: "Çi dikin bila bikin ez ê dev ji têkoşînê bernedim. Ez ne poşman im. Ji lew re em bi vê têkoşînê bi xwe ve hatin. Ev bi saya Serok APo çêbû. Em jin bi saya Serok Apo pêş ketin. Ez ji bo meşa Amaraê bang li hemû jinan dikim, werin em bi hev re biçin Amarayê."    MA / Selman Guzelyuz-Hamdûllah Yagiz Kesen