‘Armanceke Ocalan hebû û ji bo bigihê wê armancê hewl dida' 2022-04-03 09:15:06 RIHA - Mehmet Ocalan, bi boneya 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, behsa hin bîranên xwe yên bi birayê xwe re kirine û got: "Armancek wî hebû û ji bo xwe bigihê wê armancê hewl dida." A rast li xwe digeriya."  Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya 73'yemîn rojbûna Ocalan behsa bîranên xw eyên bi birayê xwe re kirin.    Mehmet Ocalan bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir "Axirê birayê min e, axirê ez bi wî re mezin bûm." Bira Ocalan destnîşan kir ku birayê wî bandorek mezin li wî kiriye ûhê di zarokatiyê de hin tişt di birayên xwe de ferq kirine û got: "Armancek wî hebû. Ji bo bigihê wê armancê hewl dida. Ez salekê jê biçûktir im. Xwezî em hîn bêtir li cem hev du bimana. Lê ji ber ku ew tim li derve bû, li dibistanê bû, em pir li cem hev neman. Gava dihat malê em bi hev re diçûn nav erd, em dixebitîn. Gava kar tunebûna tim pirtûk dixwend. Navbera wî û her kesî pri xweş bû. Hevalên wî hemû jê hez dikirin. Dinya çi qas sar bûna jî diçû li derveyî gund digeriya û me jî bi xwe re dibir. Pir ji kewan hez dikir. Wan zevt dikir û dianî malê. Wê çaxê em pir ji maran ditirsin, lê ew qet neditirsiya."    Ocalan, diyar kir ku birayê wî hê di zarokatiyê de biryarên xwe bi xwe digirt û got: "Ji zarokatiya xw eve gava tiştek bikira bi malbatê nedişêwirî. Xw ebixwe biryarên xwe digirtin. Dê û bavên min bi taybetî ji bo wî digotin 'arê sor e' nasekine.' Dêya min xwişkên me Gulsume, Aynî, Hawa û Fatmayê didan dû me ji bo zanibe ka em li ku ne."    Ocalan got: "Di nava lêgerînekê de bû tim. Hê em biçûk bûn, lê min ev tişt ferq kir. A rast li xwe digeriya. Armancên wî hebûn. Hê di dibistana seretayî de ders didan hevalê xwe, bi wan re sohbet dikir." Mehmet Ocalan, bilêv kir ku gava birayê wî li Zanîngeha Enqereyê dixwend, rojekê hatiye malê û derbarê "lêgerîna wî de" hin pirs jê kirine û got: "Min jê re got, gundî dibêjin 'ew diçe dixwîne, lê armanca wî tiştekî din e.' Ji min re got, 'Ger ez bixwazim bi vê dibistanê ez dikarim bibim dîplomat. Ez bixwazim ez geh li vir geh li Ewropayê bim. Ez ê karibim bi awayekî herî luks bijîm. Lêgerînek min heye.' Lê demê ji me re behsa vê lêgerîna xw enekir, lê kêm zêde me ji liv û tevgerên wî fêm dikir bê ka dixwaze çi bike."    BINÇAVKIRINA EWIL   Mehmet Ocalan, diyar kir ku Rêberê PKK'ê û hevrêyên xwe cara ewil di 21'ê Adara 1973'yan de li BEndava Çûbûkê ya Enqereyê agirê Newrozê vêxistine û agirê ku di Newroza 2022'yan de hat vêxistin jî heman agir e. Ocalan, da zanîn ku ew jî di sala 1973'yan de li Enqereyê esker bûye û behsa binçavkirin û girtina ewil a birayê xwe kir: "Rojekê Serok hat cem min. Ji min re got, 'wer xuya ye ez ê bêm girtin.' Ew û hevalên xwe qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî boykot kirine. Got, ji ber vê li wî digerin. Hefteyek bi şûn de pê hesiyam ku hatiye girtin. Wî xisitibûn Girtîgeha Mamakê ya Jimare 2'yan. Ev, binçavkirin û girtina wî ya ewil bû. Name ji min re şand û got, dikare were serdanê. Pişt vê min jî amadekariyên xw ekirin û ez çûm girtîgeghê. Ez çûm qawîşa girtiyên siyasî. Her kes çû cem xizmên xwe, lê ez demeke dirêj mam sekinî. Gazî min nekirin. Piştî demekê du esker hatin cem min û ez binçav kirim. Gotin, 'Tu esker î, tu çawa tê serdana girtiyekî siyasî, qedexe ye.' Ez birim dadgeha eskerî û 10 roj cezayê dîsîplînê li min hat birîn. Birayê min bû, lê min nikaribû biçim cem wî. Paşê cardin name şand û got çima tu nehatiyî. Min jî got, qedexe ye. Di nameya xwe de gotibû, 'Dewlet li gor qanûnên xw ehereket nake, mafê te yê ku tu serdana min bikî heye.' PIştî şeş mehan hat berdan."    CARA DAWΠ   Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku birayê wî herî dawî piştî mirina bavê wî (17'ê Mijdara 1975'an) bı du mehan hatiye Amarayê. Bira Ocalan, bilêv kir ku Ocalan tevî du hevalên xwe hatiye Amarayê û 2-3 rojan maye û wê çaxê li gundê Erehê bi xwendekaran re civiyaye û civîna wan 3 saetan dewam kiriye. Mehmet Ocalan, diyar kir ku piştî vê civînê derbarê birayê wî de biryara zevtkirinê hatiye dayîn û got: "Dewletê êdî fam kiribû ku ew siyasetê dike û ji ber vê biryara zevtkirinê dabû. Salek bi şûn de min ew li Dîlokê dît. Dozeke erseyan hebû, ji ber wê çûm Dîlokê cem wî. ME hev dît. Li derve gava em digeriyan, em leqayî polîsan hatin. Wê kêliyê çû wî aliyê rê û winda bû. Piştî wê heya 22 salan min ew nedît."    PIŞTÎ 22 SALAN   Mehmet Ocalan, bilêv kir ku piştî wê hevdîtina dawî di radyoyayn de agahî ji birayê xwe girtine û pê hesiyane ku PKK hatiye avakirin. Ocalan, têkildarî komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Ocalan jî ev tişt gotin: "Di sala 1999'an de ez li Edeneyê dimam. Hatibûm sirgûnkirin. Ez di radyoya BBC'yê de pê hesiyam ku hatiye girtin. Pêvajoyek pir zehmet bû. Piştî 22 salan me li Îmraliyê hev dît. Piştî girtinê bi 2 mehan em bi parêzeran re çûn cem wî. Gava çav bi min ket, got 'tu neguheriyî.' PIştî wê me çend carênd in jî hev dît. Herî dawî ez çûm cem wî."    Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê heya niha tu xeberê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nagirin û got: "Helwesta ji bo birêz Ocalan helwesta ji bo gelê kurd e. Heya meseleya kurdî çareser nebe ne demokrasî tê Tirkiyeyê ne jî pirsgirêk çareser dibin. Kesên dibêjin em mirov in divê li be rbêhiqûqîtiya li Îmraliyê rabin. Rêxistinên hiqûqê hemû divê li ber vê rabin. Em vê yekê qebûl nakin. Kurd divê di çaçroveyeke demokratîk de li qadan li dijî vê tecrîdê rabin. Ew xwedîderketina di NEwrozê de divê hîn xurtir bibe."    MA / Emrûllah Acar