Ocalan: Azadiya min girêdayî azadiya gelê kurd e 2022-04-03 10:40:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku divê jin û ciwan jiyana azad biafirînin û wiha didomîne: “Azadiya min, girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya gelê kurd e.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di şertên tecrîda giran de tê ragirtin. Ocalan, bi 4’ê Nîsanê re êdî dibe 73 salî. Bi munasebeta rojbûna Ocalan, dê bi pêşengtiya MED TUHAD-FED’ê ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve meşek bê lidarxistin. Gelê kurd ku ji bo Ocalan dibêje “Vîna min a siyasî” û weke rêberê xwe qebûl dike, li qadên Newrozê jî azadiya Ocalan qîriya. Bi heman daxwazê îcar 73’yemîn rojbûna Ocalan pîroz dike.    VEJÎN   Di hevdîtina 3’yê nîsana sala 2014’an a bi Şandeya Îmraliyê re de Ocalan li ser daxwaza şandeyê qala rojbûna xwe û daxwaza azadiyê ya gelê kurd dike. Ocalan, bal kişand ser girîngiya pênaseya gelê kurd ku rojbûna wî weke “vejîn” pênase dikin û ev nirxandin kir: “Di nezera min de ji dayikbûneke şexsî zêdetir, neteweyek heye ku vê rojê weke vejîna xwe pênase dike. Ez jî bi heman rengî dinirxînim û silav dikim. Di halê hazir de niha bingeha aştiyeke birûmet li gorî her serdemê xurt bûye. Ji bo vê pêvajoya çi ketibe ser milê min, min li ser xwe nehişt û kir. Ya din jî kar û peywira gel e. Hewceye jin û ciwan xwe birêxistin bikin û ji bo afirandina jiyaneke azad, hem di hêla teorî û pratîkê de hem jî di hêla bîrdozî, gotin û çalakiyên de bêhtir bixebitin. Em naxwazin tenê dilopeka xwînê jî vala vala biherike. Bila kesek bi sedemên vala dilê hev nehêle. Her wiha bila kesek bi sedemên vala hev naxapîne û nekeve nava hewldanên bi vî rengî.”    PIRSGIRÊKA KURD    Ocalan, dibêje ku divê hemû kes micid nêzî pirsgirêka kurd bibe û nirxandina xwe wiha didomîne: “Dema kesek bi me re şer jî dike aştiyê jî dike hewceye ku di karê xwe de micid be. Min ev yek ji dewletê re jî got. Min jê re got ku hûn di şerê li dijî me de micid nebûn. Dibe ku hûn di teoriya şer de micid bûn lê we nekarî li gorî erdnîgariya Kurdistanê bihûnin. Di xeta leşkerî de têk çûn. Ez li ser serê kesekî dîktatoriyê nakim. Hem di şer de û hem jî di aştiyê de kesekî micid im. Ji bilî vê tenezûla tiştekî din nakim. Heta ku pirsgirêka kurd û pirsgirêka Sûriyeyê çareser nebe, Tirkiye nikare bêhnê jî bistîne.”    BANGAWEZIYA PARLAMENTOYÊ   Bi domdarî Ocalan balê dikişîne ser rola Meclisê ya di çareserkirina pirsgirêka kurd de wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Di dawiya dawî de banga ji bo Meclisê dê bibe destpêka gava duyemîn a vê pêvajoyê. 40 sal heta li 100 salên dawî binihêrin. Bangewaziyeke wiha dikare bê kirin; ‘Banga me ji bo hemû gelê me ew e ku xwe ji vê rewşa giran a pevçûnan (şerê navxweyî jî dikare bê gotin) xelas bike, tev li pêvajoya siyaseta demokratîk bibe û peywirên xwe pêk bîne.’ Biryareke wiha dikare bê dayîn. Êdî karê din jî dê bikeve ser milên we. Bi vê bangewaziyê re dê pêvajoya duyemîn dest pê bike. Di vê pêvajoyê de dê zagon-makeqanûn derkevin pêş.”    AZADIYA GEL   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser pirsên endamên şandeyê vê nirxandinê dike: “Mijara azadiya şexsê min; azadiya min girêdayî demokratîkbûna Tirkiyeyê û azadiya gelê kurd e. Heke azadiya gelê me mîsoger bibe, wê demê wateya girtîgehê jî namîne. Dê tu carî daxwazeke min a azadiyê ji emperyalîst û dewletê çênebe. Ez naxwazim bikevim pozîsyoneke wisa ku ji wan tiştekî bixwazim. Azadiya min girêdayî azadiya gel e.”   MA / Ozgur Paksoy