Jinan ji bo rojbûna Ocalan şitil danîn 2022-04-03 15:31:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ji Edene, Mêrdîn û Şirnexê bi munasebeta rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 73’yan, şitil danîn.    Jinan, bi munasebeta roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 73’yan, li gelek bajaran şitil danîn. Di dema şitildanînê de jinan dîsa xwestin ku Ocalan azad bibe.    EDENE   Di vê çarçoveyê de Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê li Taxa Şakîrpaşa ya navçeya Seyhan a Edeneyê li qada keskahiyê şitil danîn. Dayikan, di dema şitildanînê de bertek nîşanî tecrîda li ser Îmraliyê dan û xwestin ku Ocalan azad bibe.    MÊRDÎN   Bi heman boneyê li navçeya Dêrik a Mêrdînê jî şitil hatin danîn. Jinên ku ji gundên cuda yên Dêrikê hatine ba hev, ji ewil çûn serdana goristanê. Piştre jî şitlên bi xwe re anîbûn danîn û rojbûna Ocalan pîroz kirin. Di dema danîna şitlan de jinan hêvî kir ku bibe wesîleya aştî û azadiyê. Bernameya jinan bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.    ŞIRNEX    Endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê jî bi heman boneyê li navenda Şirnexê li “Baxçeyê Serokatiyê” şitil danîn. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî beşdarî çalakiyê bû.    “Baxçeyê Serokatiyê” bi danîna 72 şitlan hatibû vekirin û îsal bi danîna şitleke din re ev hejmar bû 73. Di dema danîna şitlan de Îmîr got ku 4’ê Nîsanê ji bo kurdan “roja vejînê ye” û wiha domand: “Dîroka gelê kurd di vê rojê de dîsa hate nivîsandin. Bi milyonan kes li dora felsefeya birêz Ocalan hate cem hev û xwedî li dîroka xwe derket. Em jî bi heman bîr û baweriyê têkoşîna xwe ya azadiyê didin. Roj bi roj em berxwedana xwe xurtir dikin. Gelê kurd ê bindest bi saya birêz Ocalan dîsa derfeta vejînê dît. Lewma jî ji bo me kurdan roja rojbûnê ye. Zarokên me jî bi vê felsefeyê mezin dibin.”    Piştî axaftinan, jinan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û dest bi çandina şitlan kirin. Piştî danîna şitlan jî ji bo Ocalan paste hat birîn. Paste ji hêla zarokan ve hate birîn û di dema birînê de gotin “Rojbûna te pîroz be.”