AYM’ê girtina Yuksekdag a ji Doza Kobanê weke binpêkirin qebûl nekir 2022-04-03 17:08:09   ENQERE - Dadgeha Qanûna Bingehîn, girtina Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag di Doza Kobanê de weke binpêkirin qebûl nekir.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag cara duyemîn di Doza Kobanê de hatibû girtin. Li ser vê yekê parêzerên Yuksekdag di 8’ê mijdara sala 2019’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn. Di biryara xwe de Dadgeha Qanûna Bingehîn bi hinceta; “Tu bingeheke wê nîne” ev serlêdan red kir.    Parêzerên Yuksakdag di serlêdana xwe ya 8’ê mijdara sala 2019’an de diyar kiribûn ku miwekîla wan bi sedemên siyasî, demekî dirêj piştî sûcên pê tê tawanbarkirin hatiye girtin û wiha domandin: “Her wiha nahêlin ku em xwe bigihînin naveroka dosyaya lêpirsînê. Biryarên derheqê girtinê de jî ji hêla dadgeriyên cezayê yên silhê ku mîsogeriya îtîraza bibandor tê de nîne û rêgezên dadgeriya serbixwe û bêalî binpê dikin ve hatine dayîn. Bi vê yekê re mafê azadiyê ya miwekîla me û rêgeza non bis îdem hatiye binpêkirin.”    ‘CEZA HÊJ XELAS NEBÛYE’   Di hinceta biryara AYM’ê de jî hat destnîşankirin ku Yuksekdag di 4’ê mijdara 2016’an de hatiye girtin û pêvajoya derheqê dozê de ku îdianameya wê li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû qebûlkirin hatin vegotin. Her wiha hat gotin ku Doza Kobanê ku ji bo Yuksekdag cara duyemîn biryara girtinê hatibû dayîn û doza li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê kirine yek dosya. AYM’ê da zanîn ku cezayê ku 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dabû Yuksekdag hêj xela nebûye û û Cezayê ku 1’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê ya Enqereyê jî hêj dest pê nekiriye.    WEZARETA EDALETÊ BINPÊKIRIN QEBÛL NEKIR   Wezareta Edaletê jî têkildarî mijarê nêrîna xwe parve kir û îdia kir ku li gorî fiqreya sêyemîn a xala 19’emîn a Qanûna Bingehîn, rewşa heyî ya Yuksekdag, nayê wateya binpêkirina mafê wê yê azadî û ewlekariyê. Wezaretê îdia kir ku biryarên girtinê yên ji bo Yuksekdag hatine dayîn, ji ber sûcên cuda hatine dayîn.    Dadgeha Qanûna Bingehîn di dawiya hinceta biryara xwe de ev tişt destnîşan her çend ku biryarên girtinê ji bo sûcên behsê xeberê hatibin dayîn jî, serlêdêr ji ber biryara girtinê ya di 20/9/2019’an de rastî binpêkirina mafê azadiya fîzîkî nehatiye û bi îdiayê “Serlêdan bêbingehe”, serlêdana Yuksekdag red kir.