Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê 2022-04-03 17:40:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyan, 73'yemîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin û ev tişt gotin: "Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku 4'ê Nîsanê ku me weke roja rojbûnê qebûl kiriye li Amarayê pîroz bikin."      Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di bin şertên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, dikeve7 3 saliya xwe. Bi rojan ji bo rojbûna Ocalan dar tên danîn û wê sibê jî li gundê Amara yê navçeya Xalfetî ya Rihayê ku Ocalan lê ji dayik bûye pîrozbahî bê kirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, li ser navê girtiyên ji doza PKK û PJAK'ê girtî ne girtî Denîz Kaya, ji bo 73'yemîn roja rojbûna Ocalan daxuyanî daye û bang li gelê kurd û dostên wa kiriye ku roja rojbûna Ocalan li Amarayê pîroz bikin.    Tevahiya daxuyaniya girtiyan a ji bo 4'ê Nîsanê wiha ye:   "Gelê Kurd bi sedsalan rastî qirkirina siyasî, civakî, aborî û çandî hatiye. Li hemberî vê trajediya ku dîrokê li ser Kurdan ferz kiriye, bi derketina PKK’ê re hewldana nivîsandineke nû ya dîrokê hate kirin. Nasname, ziman û taybetmendiyên Kurdan ji aliyê mêtîgngeran ve ji hev hat belavkirin û anîn rewşa cesedekî mirî. Di dema ku hemû civakên cîhanê ji xwe re yekîneyên nû yên siyasî ava dikirin, Kurdan bi lez fêrî polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê kirin û hema bêje ji nasnameya xwe reviyan û dûr ketin. Li erdnîgariya Kurdistanê ferd û civak di nava hilweşîneke mezin de terkê mirinê hat kirin. Di nava van hemû bêhêvîtiyê de derketina PKK’ê weke hêviyek çêbû. PKK ya ku ji aliyê Rêbertiyê ve girêk bi girêk hate hûnandin, ji roja ji dayikbûnê ango 4’ê Nîsanê ve destpêkir û li hemberî dîroka tarî weke bersivekê pêşket. Dema em li roja îroyîn dinêrin, Apoîzma ku ji bo şoreşgerên hemû cîhanê ezmûnek nû û heyecan afirandiye, di serî de gelê Kurd li Rojhilata Navîn derxistiye ser dika dîrokê. Îro em bi rehetî dikarin bibêjin: Apoîzm li Kurdistan û Rojhilata Navîn hem wekî dîrok û hem jî wekî erdnîgarî hatiye qebûlkirin.   Kurd bi têkoşînê guheriye, diguhere, birêxistin dibe, azad dibe. Çawa ku Kurd êdî ne ew Kurdên kole ne ku bi sedsalan berê dixwestin li ruhê Kurdan bicîh bikin, Kurd ne di wê astê de ne ku bi polîtîkayên qirkirina çandî û fizîkî yên bi 'Plana Çokdanînê' ya sala 2015'an hatiye plankirin bên tirsandin. Serketina gerîla ya li Garê hemû taktîkên şer û rêbazên şerê taybet ên dijmin pûç kir. Gelê me bi komploya ku di mîmariya hêzên hegemonîk de pêk hat û di dîroka me de weke rojeke reş hat nivîsandin, bi armanca lenetkirina 15’ê Sibatê ya ku Rêberê me dîl hat girtin dadikevin qadan; Çalakiya bi coş a 8'ê Adarê û çalakiya jinan a ji hemû netewe û baweriyan li dijî zîhniyeta baviksalariyê; dîsa gelê me, dostên me, her kesên xwedî li demokrasî û azadiyê derdikevin, tevî hemû hewldanên astengkirinê jî bi rengê xwe tevlî Newroza 50. a Rêbertiyê dibe û berxwedaneke bi heybet a ku li derdora dirûşmeya "Bê Serok jiyan nabe" nîşan danî, rastiya hewayeke nû, demsaleke nû û heqîqeteke nû ya ku xwe ji mêj ve hûnandî ya ku hêzên komploger yên li dijî jiyanîbûna hemû hêmanên ku Rêbertî nûneratiya wan dike ne nikarîbûn xeyal bikin, nîşan dide.   Bi qasê ku 73. Rojbûna Rêberê me ku sedema hebûna me ye, bûye ji nû ve rojbûna gelê me, dayikên me yên di Nobeta Edaletê de ne û hemû dayikên me, jin û ciwanan, di heman demê de bûye hêviya hemû bindestan û hemû gelên cîhanê yên ji bo azadî-demokrasiyê têdikoşin. Em mînaka herî şênber a axaftina ku bi pêşengiya Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê ya Rêbertî re cîhanek azad-wekhev pêkane, em di rûyê yên berê xwe didin şoreşa jinê ya Rojava û ji çar aliyên cîhanê beşdarî vê têkoşînê dibin de dibînin. Ev tekoşîna azadiyê, rengê şênberbûyî ya teşeya Che yê enternasyonalîst û gotina helbestvan “Em yek diçin, bi hezaran tên” e.   Di vê çarçoveyê de paradîgmaya ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye pêşxistin ji bo civakên Rojhilata Navîn çareseriyên mezin pêşkêş dike. Bi eşkerekirina yekîtiyên nû yên siyasî, aborî û çandî yên ku gel bi hev re bijîn, wê li erdnîgariya me aştiyeke mezin ava bike. Avabûna saziyên siyasî, aborî û çandî yên gelê Kurd û artêşbûyîneke mezin a gel bi kedeke mezin a Rêbertîye ku ji roja ji dayikbûyînê heta niha derketiye holê. Em careke din diyar dikin ku weke girtiyên PKK’ê û PAJK’ê em ê ji niha û pê ve bibin rêhevalên herî dilsoz ên vê rêwîtiya dîrokî ya ku Rêbertiya me xêzkirî.   Di dîroka ku em weke gelê Kurd û ji nû ve jidayikbûna Rêbertî hatinê de, em nêzîkatiya siyasî û civakî ya li Rêbertiya xwe weke nêzîkatiya li gelê xwe dinirxînin. Formasyonên faşîst û mêtinger her tim pêşengên sexte diafirînin û hewl didin bixin navbera Kurdan û Rêbertiya gel. Em van lîstikan ti carî qebûl nakin û nîşandayina helwesteke şoreşgerî li hemberî van nêzîkatiyên bi vî rengî, weke deyneke xwe li beramber gelê xwe û Rêbertiya xwe dibînin.   Weke girtiyên PKK û PAJK’ê em 4’ê Nîsanê ku destpêka ji nû ve jidayikbûnê ye, di çarçoveya vê wateyê de bi berxwedan û rizgariya ku layiqî ruhê têkoşînê yê 50. salî, di serî de li Rêberê me, gelê me, gelan, jin û ciwanên me pîroz dikin. Heta pergala êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê neyê tunekirin, azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê bibe armanca me ya jiyanê.   Em bang li hemû gel û dostên me dikin ku 4’ê Nîsanê ku em weke rojbûna Rêbertî qebûl dikin, li Amarayê bi ruhê têkoşînê yê 50’emîn pîroz bikin. Serkeftin a gelên berxwedêr, ya hevrêyan e."