ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-04 09:00:10 * Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can, diyar kir ku gelê kurd bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi netewîbûna xwe hesiyaye û ev tişt got: "Di mijara netewîbûna gelekî de Ocalan vîneke siyasî ye." * Amediyan, bertek nîşanî zemên ku li ser tên dan û destnîşan kirin ku sedema bingehîn a qrîzê polîtîkayên şer in û ji bo çareseriyê ev pêşniyar kirin: "Ji rêveberiyê pirtir divê pergal biguhere."   * Malbatên girtiyan ên li Stenbolê Nobeta Edaletê digirin bertek nîşanî astengkirina nobeta wan a bi qedexeya çalakiyan a Qaymeqamtiya Kagitxaneyê dan û gotin ku wê guh nedin astengkirinan û wê nobeta xwe bidomînin.    * Xûça girtiyê nexweşê giran Bazo Yilmaz ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Rihayê girtî ye Gozel Serçe, ev bang kir: "Bazo nikare pêwistiyên xwe bibersivîne. Bêhn nade û nastîne. Heke bimire jî bila li mala xwe bimire. Bila demildest bê berdan."   * Di Doza Kobanê de hin gilîkerên ku li bajarên cuda bi telîmatê îfadeyê wan hatiye girtin di pergala ÛYAP'ê de bêyî ku dozname bê vekirin beyanên wan hatine girtin. Parêzer Alî Bozan, derbarê mijarê de ev tişt got: "Dema ku em bêusûliyên dadgehê tînin ziman dibêjin, 'hûn ê îtîrazên xwe li dadgeha bilindtir bikin'. Qebûl dike ku bêusûliyê dike."     * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 392'yemîn de berdewam bike.    * Danişîna 11'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Bi pêşengiya KCD, TJA, DBP, HDP û MED TUHAD-FED'ê ji bo rojbûna 73'yemîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amarayê yê Xelfetiyê pîrozbahî bê lidarxistin. (11.00-15.00)   * Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Enqereyê boneya ku Odeya Avahîsazan a Enqereyê xelat daye Jin TV û doz lê hatiye vekirin dê li Yekîtiya Mulkiyeliler civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * SES bi mijarên mafên sendîkayî û têkoşîna jinan dê li navenda giştî ya sendîkayê panel li dar bixe. (14.00)