Li gundê Amarayê şitil hatin danîn 2022-04-04 10:45:39     RIHA - Koma ewil a meşa ber bi Amarayê ve xwe gihand gundê Amarayê. Şandeyê, bi munasebeta 73’emîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Taxa Vanha ku li qeraxê Çemê Feratê ye şitlên zeytûnan çandin.    Bi munasebeta 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji her deverên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê welatî ber bi gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ve ketin rê. Koma destpêkê ya meşê xwe gihandin taxên li derdora Taxa Amarayê. Şandeyeke ku ji parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Xelfetiyê û endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, di çarçoveya pîrozbahiyên rojbûna Ocalan de şitlên zeytûnan danîn.    Parlamenter Ayşe Surucu di çalakiyê de axivî. Surucu, bi domdarî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û wiha got: “Bi tecrîda li ser Ocalan re ev gel ji aştî û azadiyê bêpar hat hiştin. Bi milyonan kes daket qad û kolanan. Daxwaza gel ew bû ku tecrîd bi dawî bibe û Ocalan azad bibe. Xelkê got ku navnîşan aştî û çareseriyê Îmrali ye. Bi wesîleya 4’ê Nîsanê em dîsa bang li rayedarên dewletê dikin; tecrîdê rakin û mercên azadiya Ocalan amade bikin. Çareseriya pirsgirêka kurd, bi Ocalan pêkan e. Hêvîdarim ku 73’yemîn rojbûna Ocalan bibe wesîleya aştiya Rojhilata Navîn û vî welatî.”    Di dema çandina şitlan de girseyê bi yek dengî dirûşma “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin.    Di heman demê de ji Amedê heta Mêrdîn, Şirnex, Wan, Colemêrg, Edene û Mêrsînê, ji gelek bajarên din jî welatî ber bi Amarayê ve tên.