Li Erziromê 3 endamên HDP’ê hatin binçavkirin 2022-04-04 12:20:06   ERZIROM - Hate ragihandin ku li Erziromê Hevserokê HDP’a Xinusê Sadrettîn Ozkul jî di nav de 3 endamên HDP’ê hatine binçavkirin.    Hate ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Erziromê daye destpêkirin de di serdegirtinên malan ên saetên serê sibê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Xinusê Sadrettîn Ozkûl, endama Meclîsa HDP’ê ya berê Perîhan Ozer û Rêveberê HDP’a Tatosê Polat Ozkûrt hatine binçavkirin. Sedemê hêceta binçavkirina HDP’iyên ku birine Miduriyeta Polîsan a Erziromê nehat zanîn.