Malbata Şenyaşar: Em bang li rayedaran dikin ku biwijdan bin 2022-04-04 14:23:33   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne wiha got: “Em li pêş edliyeyê bang li rayedaran dikin ku biwijdan û adil bin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 392’yemîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar tevî birojîne jî di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsû hatin pêş Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya nobeta xwe kirin.    Malbata Şenyaşar parêzer û welatiyên tên edliyeyê têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê agahdar dikin. Dayik û kur ên du roj in li pêş avahiya edliyeyê fitara xwe dikin û îro di roja sêyemîn de jî li pêş avahiya edliyeyê fitara xwe bikin. Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal hesaba Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan etîket kirin û ev peyam parve kir: “Îslam piştevanî ye. Remezan parve kirine. Em li pêş edliyeya ku serdestan bang li rayedaran dikin ku biwijdan û adil bin. Ev tişta hûn dikin ji zilmê wêdetir tiştekî din nîne.”