Li gundê Kobanê ku Ocalan lê mabû 4’ê Nîsanê bi coş hate pîrozkirin 2022-04-04 14:28:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li gelek deverên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahî hatin lidarxistin. Li gundê El Pelûr ê Kobanê ku Ocalan yekemîn car li wir mabû jî 4’ê Nîsanê bi coşeke mezin hat pîrozkirin.   Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Herêma Cizîrê bi munasebeta 73’yemîn rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Dem dema azadiya Ocalan e” li Stadyûma 12’ê Adarê pîrozbahî li dar xist. Di pîrozbahiyê de li gel bi hezaran welatiyên ereb, kurd û suryan ên ji Herêma Cizîrê, her wiha gelek nûnêrên saziyên leşkerî û sivîl jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiyê bûyîn, li ber stranan xelekên govendê gerandin.    Her wiha li gundê El Pepûr ê Kobanê ku Ocalan yekemîn car derbasî wî gundî bûbû jî bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya 4’ê Nîsanê bûn. Pîrozbahî bi coşeke mezin hat kirin.    Hêjayî gotinê ye ku 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Ocalan, li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pîrozbahiyan hate pîrozkirin.