Leşkeran kîs xist serê wî û 4 rojan îşkence lê kirin! 2022-04-04 15:42:33 ÊLIH - Yahya Karabaş ê li Hezoyê wî binçav kirin, kîs xistin serê wî û 4 rojan bi îşkenceyê re rûbirû ma û çavek wî tije xwîn kirin. Karabaş destnîşan kir ku tevî îşkenceya lê hatiye kirin jî rapora îşkenceyê nedanê.  Leşkeran di 31’ê adarê de bi ser hin malên li gundê Timoq ê bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve girtin û li 15 kesan dan û binçav kiribûn. Ji 15 kesan 10 piştî îfade dan qereqola leşkeriyê ya li gundê Timoq serbest hatin berdan. Yahya Karabaş, Yakup Karabaş, Şaban Cengîz, Firat Baran û Sadulah Karabaş jî di 3’yê nîsanê de birin dozgeriyê. Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 4 kesan bi şertê kontrola edlî û Sadulah Karabaş jî bi bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Nobedar kirin. 4 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Sadulah Karabaş jî hat girtin.    Yayha Karabaş ê di dema binçavkirinê de îşkence lê hat kirin, serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê da.    Karabaş ê ku şopên îşkenceyê li ser laşê wî tên xuyakirin û çavek wî tije xwîn hatiye kirin, tiştên hatine serî wî ji ajansa me re vegot.    LEŞKERAN KÎS XIST SERÊ WΠ   Karabaş diyar kir ku dema wî binçav kirine ji mirinê filitiye û wiha behsa roja bûyerê kir: “Serê saet li 5’an keya hat bang li min kir ku leşker gazî min dikin. Min cilê xwe li xwe kir û em çûn cem leşkeran. Leşkerên cilên sivîl li wan ji maşîneyan peya bûn bêyî ku tiştek bêjin û bipirsin, êrişî min kirin. Kîs xistin serê min û min li maşîneya zirxî siwar kirin. Ez nizanim min birin ku. Nêzî du saetan min di maşînyê de gerandin. Leşkeran heqaret li min kir. Min peya kirin lê ji ber çavê min girtîbûn, nizanim min birin ku. Lê min ji dengê xwezayê fêm kir ku em li deverek bi daristan in. Piştî min ji maşîneyê peya kirin, serê min xistin avê û derxistin.”    BI SAETAN ÎŞKENCE LÊ HATIYE KIRIN    Karabaş destnîşan kir ku îşkenceya lê dihat kirin li cihek ku herî bû û çirav bû dewam kir. Min di heriyê dikirin û radikirin. Ji min dipirsîn ka gerîla li vir hene an tune ne. Dema min digot nizanim, îşkenceyê dewam dikir. Tifinga xwe xistin serê min û dixwestin min bikujin. Du sê saetan min sekinandin û îşkenceyek giran li min kirin. Heqaretên giran li min dikirin. Pişt re dîsa min xistin wesayîtê û kîsê di serê min de qet dernexistin. Dîsa nêzî du saetan di wesayîtê de min birin. Di rê de jî tundiyê dewam kir. Her tim gefa kuştinê li min dixwarin. Piştî min birin cihê ku min li wesayîtê siwar kirin, kîsê ji serê min derxistin. Ez di nav herî û xwînê de mabûm. Bi cilên şil min li ber serma dijwar hiştin. Li cihê min sekinandin fermandarê leşkeran û keya jî hebûn. Pişt re min birin ber mala min. Nehiştin ez bikevim hundir. Du saet li ber malê min sekinandin. Li vir jî îşkenceyê dewam kir.”    LI BER ÇAVÊ HEVJÎNA WÎ ÎŞKENCE LÊ KIRINE    Karabaş da zanîn ku bi zanebûn li ber çavê hevjîna wî îşkence lê hatiye kirin û berê êvarê wî li wesayîta zirxî siwar kirine û birine qereqolê û wiha domand: “Heta nîvê şevê min li qereqolê hiştin. Pişt re min birin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Êlihê. Dema em bi rê de bûn leşkerên li ba min digotin ‘ji doktor re bêje min heb vexwarine û çavê min wisa bûne’. Bijîşk muayene kir. Pişt re min birin Fermandariya Leşkeriyê ya Êlihê. Li qereqolê şopa tiliyên min girtin û leşkerek cilên sivîl li ba min bû got ‘yê îşkenceyê li te kir, ez bûm. Heke min bixwesta min ê te bikuşta. Min ji bo kuştinê te bir wê deverê. Ez ê te teslîmî edaletê bikim’.”    LI NEXWEŞXANEYÊ MUDAXILEYÎ RAPORÊ KIRIN    Karabaş diyar kir ku 4 roj bênavber îşkence lê hatiye kirin û wiha got: “Cara dawî ku min birin doktor, dokgor xwest leşker ji hundir derkevin. Min her tiştî hatiye serê min ji doktor re vegot. Dokgor got berê wî rapor amade kiriye. Pişt re leşkerek cilên sivîl lê nêzî nîv saetî bi doktor re axivî. Pişt re li cem doktorek din rapor amade kirin. Roja yekşemê êvarê piştî karûbarên îfadeyan bi şertê kontrola edlî min berdan. Dozger got dê rapora lêdanê dirêj berdewam bike, sibê biçin ji nexwşexaneyê raporek din bigirin û li dozgeriyê gilî bikin.”    DOKTOR Û POLÎSAN RAPOR NEDA    Karabaş anî ziman ku piştî wî berdane ji bo ew raporê bigire çûye nexweşxaneyê û got: “Min her tiştî ji doktor re vegot. Doktor gazî polîsan kir. Pişt re polîs hatin û rapor nedan min. Min ji doktor rapor xwest lê neda min. Min nêzî saetek û nîv li nexweşxaneyê hiştin. Polîs û doktor her kêlî zoriyan danîn pêşiya min. Di dawiyê de ez bi parêzerên xwe re ketim pêwendiyê û raporek ji rêzê ya lêdanê dan min û min şandin. Min muayene nekirin.”    Karabaş destnîşan kir ku ew ê li dijî vê îşkenceya lê hatiye kirin gilî bike û got: “Ez ji jiyana xwe bi guman im. Heke tiştek were serê min rayedarên dewletê berpirsiyar in.”    MA / Fethî Balaman