Di Nobeta Edaletê de rojbûna Ocalan pîroz kirin 2022-04-04 16:09:40   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên di roja 37’emîn a Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de serdana Rêxistina HDP’a Îzmîrê kirin, rojbûna Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pîroz kirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin a li Îzmîrê di roja 37’emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiya xwe de îro serdana Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kirin. Malbatên ku rêveberên partiyê ew pêşwazîkirin, xwestin piştgiriya Nobeta Edaletê bê kirin.    Yek ji malbata girtiyan Medîne Kaymaz a li vir axivî, rojbûna 73’yemîn a Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pîroz kir. Kaymaz, xwest ku ji bo aştî pêk were deriyê Îmraliyê were vekirin û wiha got: “Divê şertên tecrîda girankirî demildest bên bidawîkirin. Dewleta tirk zilmê dike. Abdûllah Ocalan serokê 30 milyon kurdan e. Kes nikare di şertên wî de bijî. Em weke dayik aştiyê dixwazin. Serokê kurdan jî aştiyê dixwaze.”   Kaymaz, diyar kir ku Nobeta xwe ya Edaletê bi serdanên saziyan didomînin û da zanîn ku wê sibê jî serdana Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bikin. Kaymaz, xwest ku sazî û dezgeh piştgiriya çalakiya wan bikin û bibin dengê girtiyan.    Piştî axaftinan malbatên girtiyan û endamên partiyê derbarê rewşa girtiyên nexweş de agahî dan hev du.