Serokê TBB'ê serdana HDP'ê kir 2022-04-04 17:06:20   ENQERE - Serokê TBB'ê Erînc Sagkan serdana Koma HDP'ê ya Meclisê kir û ji bo ku pirsgirêkên parêzer dijîn bên çareserkirin xwest ku li Meclisê komîsyonek bê avakirin.      Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û Sekreterê Giştî yê TBB'ê Velî Kuçuk, ji bo 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran serdana Koma Meclisê ya HDP'ê kirin. Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP'ê Mehmet Ruştu Tîryakiî, Abdûllah Koç û Necdet Îpekyuz Sagkan û Kuçuk pêşwazî kirin. Sagkan û Kuçuk, pirsgirêkên ku parêzer dijîn ji Koma HDP'ê re ragihandin û xwestin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên parêzeran li meclisê komîsyonek bê avakirin.    Beştaş jî diyar kir ku weke HDP wê ji bo çareserkirinê têbikoşin û ji bo komîsyon bê avakirin wê pêşnûme bidin meclisê.