ÎHD’ê bertek nîşanî îşkenceya eskeran a li Timoqê da 2022-04-04 17:24:08   ÊLIH - Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê, bertek nîşanî leşkerên ku li gundê Timoqê di serdegirtina malan de îşkence li gundiyan dikirin da.   Eskeran di 31’ê Adarê de bi ser hin malên li gundê Timoq ê bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve girtibûn û li 15 kesan dabûn û binçav kiribûn. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê  têkildarî bûyerê li pêş avahiya xwe daxuyanî da. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    GEFA ‘EM Ê GUNDÊ WE BIŞEWITÎNIN’ LI GUNDIYAN XWARIN   Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Devran Yildiz bertek nîşanî îşkenceyê da. Yildiz, bi lêv kir ku eskeran gefa “em ê we jî gundê we jî bişewitînin” li gundiyan xwariye û wiha got: “Em îşkenceya li gundê Timoqê hatiye kirin şermezar dikin. Rayedarên Qerekola Cendermeyan ên Timokê îşkence li hin gundiyan kirine û gefa ‘em ê we jî gundê we jî bişewitînin’ li gundiyan xwarine. Di 31’ê Adara 2022’yan de bi awayekî bêhiqûqî ketin û derketina gund hatiye qedexekirin û ragihandina gundiyan hatiye sînorkirin. Ji ber van pêkanînan em bang li saziyên rayedar ên dewletê dikin ku bi hişmendiya berpirsyariyê tevbigerin û ji bo bûyerên bi vî rengî careke din rû nedin, kirariyên pêwîst bigirin. Bila bê zanîn ku tu hêceteke mafdar a îşkenceyê nîne. Îşkence sûcê mirovahiyê ye.”