7 partî û rêxistinên siyasî banga 1’ê Gulanê kirin 2022-04-05 13:52:05 ENQERE - 7 partiyên siyasî û rêxistinên ku bi biryara têkoşîna hevpar hatin gelhev, ji bo ku di 1’ê Gulanê de qad bên dagirtin bang kirin.   Partiya Kedê (EMEP), Partiya Tevgera Karkeran (EHP), Malên Gel (Halkevlerî), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Azadiya Civakî (TÖP) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Ked û Piştgiriyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniya bi serenavê “Em di 1’ê Gulanê de li dijî zem, xizanî, şer û kedxwariyê li qadan in. Ji bo nan, aştî û azadiyê haydê em biçin 1’ê Gulanê!” de hate diyarkirin ku karsazên ku bi awayekî bêrehm karker û karkeran didin xebitîn û barê hemû pandemî û qeyrana aborî danîne ser pişta gelê xizan.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku berpirsyarê esas yê xizaniyê hikumeta AKP’ê ye û wiha hat gotin: “Heqdesta kêmtirîn ji niha de heliya. Desthilatê welat mehkumî hîper-enflasyonê kir. Lehiya zeman a li berhemên mezaxtinê tên kirin rûtîn bûye. Pitik û zarok nikarin xwe bigihînin berhemên xwarinê. Mirovên nexweş dibin nikarin xwe bigihînin dermanan, tenduristiya bêpere û kalîte. Lîre li dijî dolar weke berfê dihele. Israra pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din ên civakî ya bi polîtîkayên şer û tundiyê, Tirkiyeyê ber bi qeyranê, xizaniyê û birçîtiyê ve dibe. Ciwanan hêviya xwe ji pêşerojê birî, bêkarî her ku diçe zêde dibe. Li dijî vê yekê civak jî bêdeng namîne. Sala 2022’yan bi pêla greva çîna karkeran dest pê kir. Ji meha Kanûnê ve li 120 febrîqe û kargehan grev hate kirin. Li dijî pêla zeman ji Marmarîsê heta Geverê, ji Bodrûmê heta Bazîdê gel daket kolanan qîr kirin ku nikarin debara xwe bikin.”   Partî û rêxistinan di berdewama daxuyaniyê de wiha gotin: “1’ê Gulanê  li dijî xizaniya her ku diçe zêde dibe, pêla zeman û bêkariyê roja rabûna ser piyan e. 1’ê Gulanê ew roje ku çîna karker û gelê xizan bi rengekî herî xurt bêjin ‘raweste’.   1’Ê GULANÊ DAKEVIN QADAN   Desthilat ji bo mayîndebûna xwe her cure zextê li gel dike, mûxalefeta pergalê gel ji kolanan vedikişîne û hemû çareseriyê di sindoqan de dibîne. Lê belê guhertina qanûna hilbijartinê ya dawî jî nîşan dide ku ne sindoq ne jî hilbijartin ne di ewlehiyê de ne. Em weke 7 partî û rêxistin ji bo nan, demokrasi û azadiyê, gelê xwe vedixwînin ku qadan dagirin. Niha dema wê ye ku em qadên 1’ê Gulanê bi îlhama berxwedana jinê ya 8’ê Adarê, têkoşîna bi milyonan a di Newrozê de veguherînin deryayeke mezin a gelan.    BANGA JI BO RÊXISTINÊN KEDÊ    Weke 7 partî û rêxistinan em bang li konfederasyonên sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî dikin ku 1’ê Gulanê li gelemperiya welat bi berfirehî û girseyî pîroz bikin; bêyî derengxistinê û di dema herî nêz de em dest bi kar bikin. Em di hefteya 1’ê Gulanê de li febrîqe, kargeh û taxan pîrozbahiyan bikin. ‘1’ê Gulanê Roja Têkoşîn û Piştgiriyê' ya çîna karker a navneteweyî wê bibe parçeyek ji piştgirî û têkoşîna enternasyonal a li dijî paşverûyê û sermayeya navneteweyî.   Em 1’ê Gulanê ji niha ve li hemû gelê xwe pîroz dikin. Haydê em biçin 1’ê Gulanê!”