Bêyî agahiya wê par kiribûn endama AKP’ê û duh jî kirine endama BBP’ê 2022-04-05 13:59:06 DÊRSIM - Hinek kesan salek berê bêyî ku agahiya Ozlem Akkin a ji Dêrsimê jê hebe, endamtiya wê ya AKP’ê çêkirine. Akkin, duh jî dema lêpirsîna endamtiya xwe dikir dît ku vêcarê jî kirine endama BBP’ê.    Welatiya bi navê Ozlem Akkin ku li Dêrsimê dijî, di nava salekî de bêyî agahiya wê hem kirine endama AKP’ê û hem jî endama Partiya Yekitiya Mezin (BBP). Akkin, salek berê li ser pergala e-devletê li lêpirsîna endamtiyê kir û di lêpirsînê de dît ku bêyî agahiya wê ew kirine endama AKP’ê. Îro jî dema Akkin li lêpirsîna endamtiyê dinihêre, dît ku di 3’yê nîsanê roja yekşemê de bêyî agahiya wê kirine endama BBP’ê.    Akkin bertek nîşanî vê rewşê da û wiha got: “Par, çawa pê hesiyam ku bêyî min endamtiya min bo AKP’ê çêkirine, min endamtiya xwe betal kir. Min îro dema li lêpirsîna endamtiyê nihêrtî dît ku weke endama çalak a Rêxistina BBP’ê ya Sîncan a Enqereyê xuya dikim. Min ne serlêdanek kiriye û ne jî tenê carekî ketime avahiyên wan. Bêyî înîsiyatîfa min û nêrîna min ev kes çawa min dikin endamên xwe? Bêyî agahiyên nasnameyê û îmzeya min ev kes çawa tiştekî wiha dikin? Tu têkiliyeke min bi BBP’ê re nîne lê çawa dikarin vê bikin?”   SERLÊDANA SÛC   Di berdewamê de Akkin destnîşan kir ku sûce ku agahiyên nasnameya bêyî agahiya wê bên bikaranîn û wiha bi dawî kir: “Ev hewldan, destdirêjiya li hemberî mafê jiyana taybet û nêrîna mirov e. Çawa bêyî xebera min tiştekî wiha dikin? Ez ê di derheqê mijarê de li dozgeriyê giliyê wan kesan bikim. Divê gelê me di vê mijarê de baldar be. Bila her tim li endamtiya xwe ya partiyan binihêrin û heke bêyî wan endamtî hatibe kirin jî bila gilî bikin.”