Yuksekdag: Hûn nikarin vê dozê weke kesên li Qesrê dixwazin bidomînin 2022-04-05 14:09:01   ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di danişîna Doza Kobanê de axivî û ev tişt got: "Hûn nikarin vê dozê weke ku desthilata siyasî, Bahçelî û kesên li Qesrê dixwazin bidomînin."   Danişîna 11’emîn a Doza Kobanê di roja şeşemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. 22 jê girtî 108 kes ji dozê tên darizandin. Parlamenterên HDP, CHP’ê û parêzvanên mafê mirovan, rêveberên HDP’ê û gelek parêzer dozê dişopînin.  Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û hin siyasetmedar jî bi rêya SEGBÎS’ê tevli danişînê bûn   RAPORA TENDURISTIYÊ YA BAHTIYAR ÇOLAK HAT XWENDIN   Di danişînê de Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, mafê axaftinê girt û axivî. Serokê dadgehê, ket navberê û ev tişt got: "Me rapora tenduristiyê ya Bahtiyar Çolak ku we jî meraq dikir xwend."   DEMÎRTAŞ XWES ÇOLAK BIBE ŞAHID   Piştre Demîrtaş, axaftina xwe domand û bal kişand ser têkiliya di navbera MHP'ê, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû û serokê berê yê dadgeha Doza Kobanê Bahtiyar Çolak û daxwaz kir ku Çolak weke şahid bê guhdarkirin û jê pirsîn ku bi kê re hevdîtin kiriye.    Piştî Demîrtaş Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag mafê axaftinê girt û ev tişt got: "Hûn nikarin vê dozê weke ku desthilata siyasî, Bahçelî û kesên li Qesrê dixwazin bidomînin."   Piştî axaftinên Demîrtaş û Yuksekdag heyeta dadgehê saet navber da danişînê.