Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn: 30 mal di bin avê de man 2022-04-05 14:25:05   QERS - Bi helîna berfê re li Qersê lehî rabûn. Ji ber lehiyan 30 mal di bin avê de man.    Bi hatina demsala biharê re li Qersê berf jî hêdî hêdî dihele. Bi helîna berfê re li bajêr lehî rabûn. Ava ku ji çiyayên bilind ber bi bajêr ve diherike, gelek mal, gov, zevî û rêbej di bin xwe de hişt. Beşeka mezin a rêbeja Qers-Anî Orenê di bin lehiyê de ma û ji hatin û çûnê re hate girtin. Her wiha gelek çewlikên sewalan ên li herêmê û 30 malên li Taxa Aydinlikevlerê jî ji ber lehiyê di bin avê de man.    Di heman demê de rejeya Çemê Qersê jî bilind bû. Lewma welatiyên ku malên wan li qeraxê rûbar in, hatin hişyarkirin.