Li nivîskarê Evrenselê ji ber ‘Heqaret li Erdogan kiriye’ doz hat vekirin 2022-04-05 14:52:39   STENBOL - Derbarê nivîskarê rojnameya Evrenselê Ender Îmrek de ji ber nivîsa wî ya bi serenavê “Tirkiye di şewite, Qesr lê temaşe dike” ya li ser nedestwerdana li şewata daristanan, bi îdîaya “heqaret li serokkomar kiriye” îdianame hate amadekirin.    Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve derbarê nivîskarê rojnameya Evrenselê Ender Îmrek de ji ber nivîsa wî ya bi navê “Tirkiye dişewite, Qers lê temaşe dike” lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsîna hatiye vekirin de Îmrek bi sûcên “Heqaret li serokkomar kiriye” û “Gel teşwîqî dijminatiyê kiriye” hat sûcdar kirin. Piştî ku lêpirsîn bi dawî bû di 16’ê Adarê de derbarê Îmrek de bi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de hat îdiakirin ku nivîsa Îmrak “Dikare rûmet û şerefa serokkomar binpê bike. Hat hînbûn ku îdianame pêşkeşî Dadgeha Ceza ya Asliye ya Bakirkoyê hatiye kirin û hêj têkildarî dozê saet û roj nehatine diyarkirin.    ‘KESÊN RASTIYÊ DINIVÎSIN NAXWAZIN’   Îmrek, îdianameya derbarê wî de hatiye amadekirin ji ajansa me re nirxand û wiha got: “Di îdianameyê de tu hevok an peyv nekirine mijara sûcdariyê, nivîs hemû kopîkirine. Tiştekî ehmeq kirine. Rojnamevanên ku rastiyê dinivîsin naxwazin. Gelekî, çapemeniyee ku lêkolîn dike naxwazin. Rojnamevanên bi temamî di bin kontrola qesrê de bin dixwazin. Ji ber vê yekê ji me aciz in. Li welat bi sed hezaran hektar daristan şewitîn, zindî şewitîn, mirovan jiyana xwe ji dest dan lê dewletê mudaxileyî şewatan nekir. Ev yek hewldana bêdengkirina çapemeniya azad û rojnamevanan e.”