Nobeta Edaletê ya Îzmîrê li ÎHD’ê berdewam kir 2022-04-05 16:28:32   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên li Îzmîrê di roja 38’an de çalakiya xwe li ÎHD’ê berdewam kirin.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 38’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê domandin. Di çalakiya îro de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bucayê çûn serdana malbatan.    Di çalakiyê de rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Cemîle Karakaya axivî û wiha got: “Komeleya me ji bo berdana girtiyên nexweş ev bi sala ye têdikoşe. Malbatên girtiyan jî bi heman mebestê ev 38 roj in çalakiya edaletê dikin. Niha jî sazî bi sazî digerin û hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Banga me li her kesî ew e ku piştgiriyê bidin malbatan û dengê wan bidin bihîstin.”    ‘EV ÇI WIJDANE?’   Rêveberê HDP’a Bucayê Cahît Gunay jî di çalakiyê de axivî. Gunay, anî ziman ku hovîtiyeke ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin li ser gelê kurd tê meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Çima daxwazên li girtîgehan nayên qebûlkirin? Tekane daxwaza wan ew e ku mîna mirovan bijîn. Hemû dinya dizane ku rewşa Aysel Tugluk her ku diçe xerabtir dibe. Ev çi mirovahî ye? Ev wijdaneke çawa ye? Mirovan terkî mirinê dikin û ti aliyekî vê ya wijdanî tune ye.”