Cenazeyên du xwişkên winda: Yek di destê PDK’ê de ye, yek jî di destê Tirkiyeyê de ye 2022-04-06 09:05:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên 2 xwişkan Zozan Temîr û Nesrîn Temîr ku yek ji aliyê PDK'ê ve û yek jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin, radestî malbatê nayên kirin.  Di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûrê Kurdistanê de di 28-29’ê tebaxê de kemîna hêzên taybet ên çekdar bi ser Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, li herêma Xelîfanê ya bi ser Başûrê Kurdistanê ve 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan birîndar bû û sax rizgar bû. Ji van cenazeyan cenazeyê endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr û endamê HPG’ê Yusif Îbrahîm ku di vê êrişa hêzên taybet ên PDK'ê de jiyana xwe ji dest dabûn hê cenazeyê wan radestî malbatên wan nehatine kirin.    Ji bo wergirtina cenazeyan bi pêşengiya Dayikên Aşitiyê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê çalakî hatibû destpêkirin. Cenazeyên ku hê radestî malbatan nehatine kirin, bendewariya malbatan a wergirtina cenazeyan didome. Endama YJA STAR’ê Nesrîn Temîr di êrişa hêzên PDK’ê de û xwîşka wê Zozan Temîr (Zozan Cudî) jî di 11’ê mijdara sala 2017'an de li herêma Besta ya Şirnexê di dema şerekî navbera endamên HPG’ê û artêşa Tirkiyê de de jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Temîr jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin û li goristana bêkesan ya Şirnexê hatiye definkirin. Cenazeyê Nesrînê ji aliyê PDK'ê ve hatiye desteserkirin û cenazeyê Zozanê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye desteserkirin.    Evîn Temîr a ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re behsa cenazeyên xwişkên xwe kir. Temîr, diyar kir ku ew bi her du xwîşkên xwe serbilind e û heta ku cenazeyên xwe werbigirin dê têbikoşin.    'EZ BI  XWÎŞKÊN XWE SERBILIND IM'    Evîn Temîr, anî ziman ku cenazeyê xwişka wê Nesrîn salek e û xwişka wê Zozan jî 5 sal in winda ne û wiha axivî: "Niha cenazeyê 2 xwîşkên min winda ne. Zozan di sala 2017'an de li herêma Bestayê di dema pêvçûnekî de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê kete destê dewleta tirk. Cenazeyê Nesrîn jî di destê PDK'ê de ye. PDK jî û Tirkiye jî xwedî heman hişmendiyê ne. PDK jî bi heman hişmendiyê nêzikî gelê xwe dibe. Ew gelê ku canê xwe teslîmî vê têkoşînê kiriye, PDK jî wan dikuje. Em dibêjin dewleta tirk bêminet e û ji xwe dikuje. Lê belê PDK ne wisa ye. Cihê şermê ye ku PDK cenazeyên zarokên vî gelî desteser dike. Divê PDK berevajî vê tevbigeriya û bertek nîşanî desteserkirina cenazeyan dabûya. Dema em dibêjin kurd, em tenê behsa partiyeke siyasî nakin. Kurd miletek e. Her du xwîşkên min soz dabûn û gotibûn heta ku kurd azad nebin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ez bi her dı xwîşkên xwe serbilind im. Heta ku ji destê min tê ez ê ji bo ku cenazeyê wan bistînin tebikoşim."    'EM Ê ÇALAKIYÊN XWE MEZINTIR BIKIN'    Temîr, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser helwesta PDK'ê û destnîşan kir ku bi vî rengî îşkence li malbatan dikin û got: "PDK xwe weke berpirsyar nabîne. Ev ne cara yekeme ku dest danîn ser cenazeyên me. Ji salên 96'an ve heta niha cenazeyên me destê wan de ne. Ev pêkanînên wan ji wê demê heta niha berdewam dikin. Dibêjin ku cenaze ne li gel me ne. Lê ev ne rast e. Tevahiya cîhanê dibîne ku ev cenazeye ji aliyê PDK'ê ve hatine desteserkirin. Me li Sêmêlka ji bo em cenazeyên xwe bigirin dest bi çalakiyê kiribû. 111 rojan tevî hemû şert û mercên hewayî ev çalakiya me bi îradeyeke mezin berdewam kir. Çar perçeyan piştgiriyeke mezin a vê çalakiya me kir. Dibe ku çalakiya sînor bi dawî bû, lê em malbat wê li her derê çalakiyên xwe mezintir bikin. Li her bajarekî bi çalakiyên cuda cuda em ê daxwaza xwe ya wergirtina cenazeyan mezintir bikin."    'HERIN LI ÎRANÊ BIGERIN'    Temîr, anî ziman ku heta cenazeyan bigirin wê heta dawiyê têbikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Piştî bi dawîkirina çalakiya li ser sînor li bajarê Qamişlo ji bo wergirtina cenazeyan meşek girseyî hat lidarxistin. Lê tevî hemû hewlêdanan û daxwaza malbatan jî heta niha hikûmeta başûr tu agahî nedane me. Li dijî vê bûyerê xwe bêdeng dikin. Heta niha tiştek jie me re nehatiye gotin. Ev siyaseta dijminane ya hikûmeta herêmê ya li dijî gelê xwe, êşa me zêdetir dike. Xwîşka min a biçûk Zozan jî di destê Tirkiyeyê de ye. Me digot ew dijmine çi bike dê bike. Lê PDK kurd e, xwîna me û canê me yek e. Lê wisa nebû. Lê belê tevî hemû neyîniyan jî em li ber xwe didin. Dema ku zarokên kurdan bi destê kurdan tên kuştin êşa me du qatan zêdetir dibe. Daxwaza me ya girtina cenazeyan wê her tim hebe û wê her tim berdewam be. Heta ku daxwaziya me hebe wê çalakiyên me jî berdewam bikin.Yan wê cenazeyên me bidin me û yan jî wê daxuyaniyekî bidin û aşkere bibêjin ku cenazeyên me li ku derê ne. Ne tenê daxuyanî pêwîste ku xuya bikin ku ev cenaze li ku ne. Ji me re dibêjin herin Îranê li cenazeyên xwe bigerin, ne li cem me ye. Çi dikin bila bikib divê cenazeyên me bidin me."   MA / Zeynep Dûrgût