Dayika Civan Boltan: Heke edalet hebûna dê di girtîgehan de girtiyên nexweş tune bûna 2022-04-06 09:05:55 AMED - Ji zarokên "keviravêj" ên wextekê di rojeva Tirkiyeyê de bûn, yek jê Civan Boltan bû. Boltan ku di zarokatiya xwe de bi binçavkirin û îşkenceyê re rû bi rû maye, niha girtiyekî 30 salî û nexweş e. Û dêya wî Nazîme Boltan jî niha yek ji nobedarên Nobeda Edaletê ye.    Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 605 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş yek jê jî Civan Boltan e. Boltan, yek ji wan zarokên "keviravêj" e ku wextekê di rojeva Tirkiyeyê de bûn. Ji ber ku wê demê bavê wî girtî bû, heta 16 saliya xwe tenê ji aliyê dayika xwe ve hatiye mezinkirin.    Boltan jî wekî gelek zarokan piştî wextekê ji ber tahde û îşkenceyê berê xwe daye çiyê. Boltan gava çûye çiyê, di şerekî de birîndar bûye. Lê wê demê gotine qey Boltan jî miriye û ew jî xistine kîsên cenazeyan û rakirine nexweşxaneyê. Lê li morgê kifş bûye ku sax e û ji ber vê dest bi dermankirina wî hatiye kirin. Lê di şer de çavek wî kor bûye û destek wî jê bûye. Her wiha niha di serê wî de parçeyek şarapnelê jî heye.    Boltan ku niha 30 salî ye, bi sûcê "xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê muebeda giran lê hatibû birîn. Lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Boltan biryara "binpêkirina mafê jiyanê" dabû û ji Tirkiyeyê xwestibû qanûna xwe ya di vî warî de sererast bike. Gelek wext di ser vê biryarê re derbas bûne, lê hê jî Tirkiyeyê gavek neavêtiye.    Boltan ku niha di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe. Çendî nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî jî, lê berdana wî bi rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" ya Saziya Tiba Edlî (ATK) tê astengkirin.    DAYIKA WÎ NOBEDARA EDALETÊ YE   Piştî ku li ser hev cenaze ji girtîgehan dertên xizmên girtiyên nexweş hîn bêtir bi fikar dibin. Ji ber vê di 16'ê Mijdara 2021'ê de li Amedê Nobeda Edaletê dan destpêkirin. Ji van nobedaran yek jê jî Nazîme Boltan, dayika Civan Boltan e. Dayik Boltan got: "Ger heq û hiqûq hebûna, dê di girtîgehan de girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin tune bûna."    Nazîme Boltan, destnîşan kir ku ji ber ku edalet tune ye "Nobeda Edaletê" dane destpêkirin û got: "Bi taybetî jî ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin me li Baroya Amedê nobeda da destpêkirin û me paşê ev yek veguhast ber saziyan. Lê ji bo tepisandina me çi ji destê wan tê dikin. Ên ji bo piştgiriya çalakiya me bikin tên jî tim bi astengiyan re rû bi rû dimînin."    NAYÊ DERMANKIRIN   Boltan, bi lêv kir ku ATK ku her tim bi raporên xwe yên "dikare di girtîgehê de bimîne" di rojevê de ye, heman rapor daye kurê wê jî û got: "Destekî kurê min tune ye û çavê wî yê çepê nabîne. Çavê wî yê rastê jî kêm dibîne û di gelek deverên laşê wî de parçeyên şarapnelê hene. Ev qas nexweş e, lê tenê bi awayekî sembolîk wî dibin nexweşxaneyê. Bêyî ku wî derman bikin cardin dibin girtîgehê. Gava wî dibin jî 3 mehan di karantînayê de dihêlin. Ev jî nerihetiya li ser nerihetiyê ye. Çawa rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' didin kesekî ev qas nexweş? Ev tenê ne ji bo kurê min, ji bo bi hezaran girtiyan wisa ye. Me di televîzyonê de rewşa Mehmet Emîn Ozkan dît. Çenteyê wî xistine destê wî û gardiyan ketine milê wî. Ger edalet hebûna, ma dê di girtîgehê de bimana? Girtiyên nexweş ên di wext de nayên berdan, gava tên berdan, piştî çend rojan jiyana xwe ji dest didin."    NIKARE BIÇE CEM WÎ   Boltan, anî ziman ku kurê wê 9 sal in girtiye û 2 salên ewil li Amedê maye. Boltan, dazanîn ku gava kurê wê li Amedê bûye bi rihetî diçû cem wî û got: "Lê ew sirgûnî cihekî dûr kirin. Ji ber ku rê dûr e û nexweş im, 4 sal in nikarim biçim cem wî. Ji bo wî bînin Amedê me gelek caran daxwazname nivîsandin, lê tiştek ji daxwaznameyan derneket."    Boltan, ji bo berdana girtiyên nexweş bang li Wezareta Dadê û Serokkomar kir û got: "Zarokên wan jî hene û gava nexweş dikevin çawa be rbiw an ve diçin, divê ji bo me jî empatiyê bikin. Em jî didin dû zarokên xwe, lê em tim tên astengkirin. Em tenê doza berdana wan dikin. Çi dibe bila bibe ez ê heya dawiyê bitêkoşim. Zarokên me tiştekî xirab nekirine, ji bo axa xwe têkoşiyane. Ji bo Ciwanê xwe ku derê dibe bila bibe ez an jî bavê wî, em ê tim nobeda edaletê bigirin. Ez bang li tevahiya xizmên girtiyan dikim ku li dor nobeda edaletê bibin xelek."    Boltan, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heya heq û hiqûq û edalet çêbibe dê nobeda wan bidome.