Li Mêrdînê 3 kes hatin girtin 2022-04-06 09:15:19 MÊRDÎN - Li Mêrdînê 3 kesên ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin û cezayê wan ê hefsê hatiye pejirandin, hatin girtin û şandin hefsê.  Mevlude Okmen, Nacî Arslan û Davût Tekîn ên di sala 2016’an de di dema qedexeyên derketina kolanan ên navçeya Dêrîk a Mêrdînê de hatibûn girtin û pişt re negirtî dihatin darizandin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê hefsê li wan hatibû birîn. Dadgeha bilind ev ceza pejirand. Her sê kesên ku cezayên wan hatin pejirandin, ji malên xwe hatin binçavkirin û birin Edliyeya Mêrdînê. Piştî biryara cezayê li rûyê wan hat xwendin, Okmen, Arslan û Tekîn hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.