MLSA’yê bo rojnamevan Ugur serî li DMME’yê da 2022-04-06 12:17:34 MÊRSÎN - Rojnamevan Cemil Ugur ê ji ber çêkirina nûçeya avêtin du welatiyan a ji helîkopterê bi hevpîşeyên xwe re hat girtin, derbarê girtina wî nehiqûqê de serî li DMME’yê hat xistin.  Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) girtina nûçegihanê me Cemil Ugur ê ji ber çêkirina nûçeya du welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin çêkiribû, bi awayekî nehiqûqî ku hatibû girtin bir rojeva Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Parêzerên Ugur bi rêya MLSA’yê serî i DMME’yê dan û xwestin mexdûriyet ango binpêkirina mafên Ugur bê lêkolînkirin. Di serlêdanê de tê gotin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) binpêkirina mafê Ugur nenirxandiye. Her wiha di serlêdanê de hat diyarkirin ku rojnamevan Cemil Ugur û hevpîşeyên wî pê re hatin girtin wek hedef hatine nîşandan.