AYM: Cezakirina ji ber greva birçîbûnê binpêkirina maf e 2022-04-06 12:26:54   AMED - Dadgeha Destûra Bingehîn, dayîna cezayê dîsîplînê ya girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ketibûn çalakiya greva birçîbûnê, weke binpêkirina azadiya raman û îfadeyê dît.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), dayîna cezayê dîsîplînê ya girtî Nasrûllah Kûran a bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ketibû çalakiya greva birçîbûnê, weke binpêkirina azadiya raman û îfadeyê dît û biryar da ku 5 hezar lîre tazmînata manewî bê dayîn.    Nasrûllah Kûran ku yek ji 5 girtiyên ji bo “sekreterya” muzakereyên bi Ocalan re yên di Pêvajoya Çareseriyê de bên kirin, sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hatibû kirin, piştî bidawîbûna pêvajoyê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hatibû kirin. Kûran ê nêzî 30 sal in di girtîgehê de ye, bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ku weke “Serokê min” penase dike di 21’ê Îlona 2017’an û 23’yê Îlona 2017’an de daxwazname nivîsandibûn û ketibû çalakiya greva birçîbûnê. Di heman girtîgehê de 8 kesên din jî serî lê dabû. Rêveberiya girtîgehê derbarê girtiyan serlêdan kiribûn de lêpirsîna dîsîplînê dabûn destpêkirin.    ÎTÎRAZ NEHAT QEBÛLKIRIN   Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê di 27’ê Îlona 2017’an de ji bo du mehan cezayê ragihandine û pêwendiyan da girtiyên serlêdan kiribûn. Nasrûllah Kûran, serî li Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Sîlîvriyê dabû û îtîraz kiribû. Piştî Dadgeha Înfazê serlêdan qebûl nekir, Kûran serî li Dadgeha Ceza ya Giran a Sîlîvriyê kir. Lê Dadgeha Cezayê Giran a Sîlîvriyê jî nirxand ku biryara cezayê dîsîplînê di cih de ye û serlêdan qebûl nekir.    ‘EZ LI DIJÎ TECRÎDÊ KETIM ÇALAKIYA GREVÊ’    Piştî rêyên îtîrazê qediyan, Kûran bi rêya parêzerê xwe Rêzan Sarica di 27’ê Sibata 2018’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Kûran, di serlêdana xwe de diyar kir ku ji Girtîgeha Îmraliyê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê bûye, di her du girtîgehan de jî di şertên tecrîdê de maye, hevdîtina wî ya bi malbata wî re bi temamî hatiye qedexekirin ya bi parêzerê wî re jî hin caran bi temamî hatiye qedexekirin hin caran jî bi awayekî bisînor hatiye kirin. Di serî de tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ji bo tecrîda li hemû girtîgehan dihat pêkanîn bi armanca bertek nîşandanê ez ketim çalakiya greva birçîbûnê.”   ‘ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ RÊBAZEKE ÎFADEKIRINÊ YE’   AYM’ê serlêdan hêjayî nirxandinê dît û qebûl kir. AYM’ê, bal kişand ser biryarên xwe û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) û bi bîr xist ku di van biryaran de dibe ku çalakiyên gireva birçîbûnê bibin “rêbazeke îfadekirinê”. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayên dîsîplînê yên ji bo çalakiya greva birçîbûnê hatine dayîn divê di çarçoveya azadiya ramanê de bi giştî were nirxandin.    AYM’ê biryar da ku mafê azadiya raman û îfadeyê yê Kûran hatiye binpêkirin û 5 hezar lîre tazminata manevî bidin Kûran. Dadgehê ji bo encamên têkildarî binpêkirina azadiya îfadeyê ji holê bên rakirin û darizanin ji nû ve bê kirin mînaka biryarê ji Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Sîlîvriyê û Wezareta Dadê re şand.