‘Divê civak li her qadê bertekan nîşan bide’ 2022-04-06 16:05:54   WAN - Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn a di Nobeta Edaletê de axivî, diyar kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin bêhiqûqî ne û destnîşan kir ku divê civak li her qadê li dijî vê rewşê bertekan nîşan bide.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin û nayên berdan li Baroya Wanê dane despêkirin di roja 110’an de berdewam dike. Çalakiya îro dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin, Aslihan Tîmûr û dayika Sînan Karel ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê tê ragirtin, Zeynep Dayan domandin. Endamên Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şadiye Kiziltoprak, Bahattîn Karaman û Zeynep Kaya, Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn û rêveberên partiyê serdana nobetê kirin.    DESTHILAT LI DIJÎ DAXWAZAN TERKEXEM E   Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyûn a di serdanê de axivî, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan û wiha got: “Tecrîd belavî her qada jiyanê bûye. Divê ev bêedaletî û bêhiqûqî bi dawî bibe.”  Karakoyûn, da zanîn ku li Amed, Îzmîr û Wanê bi daxwaza edaletê çalakî hatine destpêkirin lê desthilat li dijî van daxwazan terkexem e. Karakoyûn, diyar kir ku tiştên li girtîgehan diqewimin bêhiqûqî ne û destnîşan kir ku divê civak li her qadê li dijî vê rewşê bertekan nîşan bide.    DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN   Karakoyûn, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan bi awayekî zêde binpêkirinên mafan diqewimin û vê yekê jî hemû Tirkiye dizane. Di serî de Aysel Tûglûk bi hezaran zêdetir girtiyên nexweş hene. Dermankirina wan tê astengkirin dibe ku em bi tabloyek nexweş re rûbirû bimînin. Divê zilma li girtîgehan demildest bi dawî bibe. Divê rayedar demildest berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Di serî de Aysel Tûglûk divê hemû girtiyên nexweş bên berdan.”