Ji bo girtiyên nexweş îmze hatin berhevkirin 2022-04-06 21:56:14   ÎZMÎR - Paltforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, ji bo berdana girtiyên nexweş li Karşiyakayê stand vedan û îmze berhev kirin.    Paltforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana siyasetmedar Aysel Tûglûkê û girtiyên nexweş dabû destpêkirin, li gelek deverên Îzmîrê didomîne. Platformê îro jî li hemberî îskeleya Karşiyakayê stand veda.   Endamên platformê li vira belavokên tê de doza berdana girtiyên nexweş tê kirin dan welatiyan. Her wiha welatiyên ku belavok girtin îmze jî dan.