Di 17 saliya xwe de hat girtin, di 47 saliya xwe de hat berdan 2022-04-07 09:04:13 MÊRDÎN - Veysel Îlhan ku di 17 saliya xwe de hatibû girtin û di 47 saliya xwe de ji girtîgehê derket, bal kişand ser têkoşîna gelê kurd û got: "Em tu carî hêvîşikestî nebûn."  Veysel Îlhan, di 2'yê nîsana 1992'yan de, di dema bûyerên valakirin û şewitandina gundê Qurdis, Kaniya Şêx û Kurika Çeto yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatiye girtin. Li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê (DGM) hatiye darizandin û cezayê muebedê lê hatiye birîn.    Îlhan, piştî 30 salên di girtîgehê de, di 26'ê adarê de hat berdan. Îlhan gava ji Girtîgeha Bandirma ya Jimara 2'yan a Tîpa T'yê derket ewilî çû serdana xizmên xwe yên li Stenbolê û paşê hat navçeya Qoserê ya Mêrdînê cem malbata xwe. Îlhan gava hatibû girtin 17 salî bû û di 47 saliya xwe de hat berdan. Îlhan ji ajansa me Mezopotamyayê (MA) re behsa 30 salên li girtîgehê bihurîn kir.      ‘JIYAN PIR CUDA BÛ'   Îlhan, bi lêv kir ku gava hatiye girtin pir hay ji geşedanan tune bûye û got: "Em ne xwedî van fikir û ramanan bûn. Tenê girêdana me girêdaneke hestiyarî bû û hezkirinek hebû. Me bi vî awayî cihê xwe di nava têkoşînê de girtibû. Em ketin girtîgehê, me dît û me xwend. Me rastiya jiyanê, heqîqetê û rewşa welêt dît. Jiyana me di serê xwe de bi keys kiribû û heqîqet pir cuda bûn. Em li civakeke feodal mezin bûbûn. Rastiya me ev bû. Paşê em hay ji vê çêbûn û me jiyana xwe li gor divêtiyên vê domand."    ‘BAWERIYA ME MEZIN BÛ'   Îlhan, anî ziman ku jiyana klasîk êdî ne pêkan e û got: "Jixwe em bi sedan salan bi vî awayî jiyan e û me tu tişt bi dest nexistiye. Gava mirov li dîroka kurdan mêze dike jixwe tim ji ber van tiştan bi bin ketine. Lê min di girtîgehê de dît ku rastî hevrêtî bû û baweriya hevrêtiyê bû. Ger ev tune bûna, jixwe ne pêkan e ku mirov ev qas salan di zindanê de bimîne û li ser pêyan bisekine. A ku em li ser pêyan hiştin ev bîr û bawerî bû. Em tim bihêvî bûn. Baweriya me ya bi têkoşînê mezin bû. Di vî warî de tu şik û gumanên me tune bûn. Ji roja ewil heya niha min çawa bawerî pê anî be hê jî wisa me. Piştî jiyaneke bi hezaran salan me dît ku rastiya li me hatibû ferzkirin ne rastî bû û dîroka me ne ev dîrok bû. Cara ewil rêyek li ber me hat xistin. Ji ber van tiştan ez hîn kêfxweş bûm."    ‘HEVRÊTÎ DI SER HER TIŞTÎ RE YE'   Îlhan, diyar kir ku li girtîgehê her tişt xwedî pergal û plansaziyekê ye û ji dema xwendinê bigire heya dema xewê her tişt li gor planekê ye û wiha domand: "Jixwe ger ne wiha bûna mirov dê nikaribû di girtîgehê de bimîne. Mirov wê 24 saetan di odeyekê de nikaribûya îdare bike. Ger ne ji ruhê hevrêtiyê, feraseta partiyê bûna dê kes nikaribe ewqas salan deyax bike. Hevrêyên min ên em 30 salan bi hev re mane hene. Ji ber vê feraseta hevrêtiyê tu carî aciziyek me çênebû. Ji lewre ev hezkirina hevrêtiyê di ser her tiştî re ye. A em li ser pêyan dihiştin jî ev bû."    RÛPELEK NÛ   Îlhan, destnîşan kir ku hêviya azadbûnê ya girtiyan hêviyeke tim zindî ye û li gor wê li girtîgehê jiyanek ava kirine. Îlhan da zanîn ku tu carî hêvîşikestî nebûne û got: "Belê, me jiyanek zehmet dît. Lê ya girîng ew e ku mirov rûpelek nû veke. Em ê li derve çi bikin? Em neaxivin em ê çi bikin? Tiştekî dikeve ser milê me heye yan na? Helbet em ê van titşan nîqaş bikin û li gor wê rêyekê diyar bikin."    MÎRATEYA KADROYÊN PÊŞENG   Îlhan, destnîşan kir ku li ser mîrateya kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên li Zindana Amedê li hemberî zextên dijmirovahî di rojiyên mirinê û îşkenceyan de jiyana xwe ji dest dane jiyanek ava kirine û li girtîgehê her kes bi feraseta xwedîderketina li mîrateya kesên jiyana xwe ji dest dane tev digere.    TÊKOŞÎNA GEL   Îlhan, bi lêv kir ku gava girtî bûye ya ku hêviya wan her zînde kiriye gel bûye û got: "Ger şoreşek çêbibe bi taybetî dê jin pêşengiya vê bikin." Îlhan, destnîşan kir ku gelê kurd û jinan bi têkoşîna xwe bîr û baweriya wan tim xurt kiriye û got: "Hê jî ez bi vê bawer im. Ge rîro şoreşel çêbibe, ev dê şoreşa jinê be. Ew zîrektir, pratîktir in û di xebatan de li pêş in. Ez dikarim vê ji bo civakê jî bibêjim. Helbet ez ê niha li derve hîn bêtir bibim şahidê vê."    Îlhan, anî ziman ku hêviya wî ew e ku kesên ked dane, jiyana xwe ji dest dane û têdikoşin neyên jibîrkirin û di dawiya axaftina xwe de got: "Divê xwedî li wan bê derketin. Ev jî bi têkoşînê dibe. Serokê me û zarokên gelê me niha di girtîgehan de ne. Bi hezaran mirovên me hatin kuştin. Divê ev neyên jibîrkirin. Divê kes nebêje ev pergal nayê guherandin. Divê baweriya me hebe. Şoreş ne ewqasî hêsan e."    MA / Ahmet Kanbal