Dr. Berwarî: Dê şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê destkeftiyên kurdan ji holê rake 2022-04-07 09:06:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Dr. Kamûran Berwarî planên operasyoneke nû yên PDK-Tirkiyeyê weke "dagirkeriyê" pênase kir û got ku mebesta ji vê plane ew e ku hemû destkeftiyên kurdan tune bikin.    Tirkiye bi şirîkatiya PDK'ê, li Herêma Kurdistanê amadekariya operasyoneke nû dike. Bi rojane leşker û muhîmatan sewqî gundên Zawîte, Aşûtê û Gêmanê yên navçeya Çelê ya Colemêrgê û gundê Elemûnê yê navçeya Qileban a Şirnexê dike. Her wiha hat ragihandin ku gelek hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê jî sewqî herêmê tên kirin.    Ji Zanîngeha Duhokê Cîgirê Akademiya Ramana Siyaset-Demokratk Dr. Kamûran Berwarî, şirîkatiya PDK-Tirkiyeyê û amadekariyên operasyonê nirxandin.    TÊKILIYA PDK-TIRKIYEYÊ   Berwarî, anî ziman ku têkiliyên PDK-Tirkiyeyê xwe dispêrin 60 sal berê û niha di warê aborî, leşkerî û ewlehiyê de jî têkilî hatine danîn û wiha domand: "Ger PDK dixwaze li Başûr re xizmetê bike, divê têkiliya xwe ya bi Tirkiyeyê li gorî berjwendiyên gelê kurd çêbike. Lê rabe têkiliyên derveyî vê deyne, dê zirarê bide Başûr û perçeyên din. Lewma li gor min têkiliyên niha yên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re ne rast in."    TIRKIYE BINKEYÊN NÛ ÇÊDIKE   Berwarî, amadekariyên operasyoneke nû yên Tirkiyeyê weke "dagirkerî" pênase kir û ev nirxandin kir: "Ji sala 1991'ê ve planên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê hene. Lewma 31 sal in hêzên leşkerî û îstixbaratê yên Tirkiyeyê li Başûr in. Bi hezaran leşkerên wê, saziyên wê yên siyasî, aborî û perwerdehiyê hene. Anku gava mirov lê mêze dike Tirkiye li başûrê Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistine. Niha jî amadekariyên dagirkeriyeke mezin dike. Berê 70 binkeyên leşkerî hebûn, niha hinekî din çêdike. Armanca Tirkiyeyê dagirkirina Başûr e. Hewl dide ji Kerkûkê heya Mûsilê û ji vir jî heya Rojava qadeke mezin dagir bike. Ji bo vê jî noqteyên nû yên leşkerî çêdike û her ku diçe hejmara leşkerên xwe zêdetir dike."    BERJEWENDIYÊN KURDAN   Berwarî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hin hêzên herêmî û navdewletî yên di 15'ê Sibata 1999'an de komploya navdewletî çêkirin, dixwazin destkeftiyên kurdan ên li her çar parçeyan tune bikin û wiha pê de çû: "Kurdan pir kişand ji şerên 'birakujiyê'. Di salên 80'yan de şerekî wiha çêbû û ev şer zirarek mezin da kurdan. Her wiha di destpêka salên 90'an de heya destpêka salên 200'an jî çêbû. Di vê pêvajoyê de her du aliyan jî dît ku ev şer bi kêrî kurdan nayên. Careke din fêm kirin ku ev şer tenê bi kêrî dijminên kurdan û kesên dixwazin Kurdistanê dagir bikin tê. Lewma her kesî şerê 'birakujiyê' şermezar kir."    Berwarî gotinên Mesûd Barzanî yên di vî warî de bibîr xistin ku gotibû dê careke din daxilî nava şerekî wiha nebin.    DIVÊ KURD LI BER RABIN   Berwarî, bang li gelê kurd kir ku li dijî operasyoneke gengaz a PDK -Tirkiyeyê derkevin û ev tişt anî ziman: "Divê tevahiya partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîlk û parlamento bertek nîşan bidin. Her wiha divê gelê Tirkiyeyê û kurdên li her çar parçeyan jî li dijî vê rabin."    DIVÊ AKTORÊN KURD BÊN CEM HEV DU   Berwarî destnîşan kir ku dê operasyoneke gengaz nebe şerekî asayî û wiha derbirî: "Ev şer dê ne wekî şerekî li çiyê yan jî newalekê. Ev şer, bi her awayî bandorê li gelê Başûr bike. PKK di daxuyaniyên xwe de radigihîne ku li dijî şer e. Divê Pêşmerge û hêzên Başûr jî li dijî vî şerî bin. Divê aktorên li Başûr hemû bên cem hev du. Bi beşdarbûna nûnerên her çar perçeyên Kurdistanê û bi navbeynkariya DYA, Ingilistan, Fransa û Rûsyayê divê ev şer bi dawî bibe."    Berwarî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê planên Tirkiyeyê bi ser nekevin.    MA / Omer Akin