Sarica: Bi milyonan parêzerên Ocalan hene 2022-04-07 11:38:16   STENBOL - Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku gelê kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke sedema hebûna xwe dibîne û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê çiqas tê girankirin bila were girankirin lê dîsa jî gelê kurd xwedî li Ocalan derdikeve. Bi milyonan parêzerên Ocalan hene.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di tecrîdeke giran de tê ragirtin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê herî dawî di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi miwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin kiribûn. Di 22’yê mijdara sala 2021’an de jî ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dabûn. Dadgeriyê bi sedema ku biryara dadgehê ya qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan heye, serlêdana parêzeran red kir. Serokatiya Lijneya Disiplînê ya Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê ji bo 3 mehan cezayê “qedexekirina hevdîtinan” li girtiyên li Îmraliyê biribûn. Dadgeriyê bi vê hincetê, daxwaza hevdîtinê ya bi malbatan re red kir.   CEZAYÊ DISIPLÎNÊ YÊ 10’EMÎN   Qedexeya hevdîtinê diviyabû di 18’ê mijdara sala 2021’an de biqediya lê dîsa jî Serdozgariya Komarê ya Bursayê serlêdana hevdîtinê ya malbatan nebersivand. Li ser vê yekê parêzeran di 28’ê adarê de dîsa serlêdan kir û xwestin ku astengiyên hiqûqî yên li pêşiya hevdîtina bi malbatan re bên rakirin û hevdîtin pêk bên. Dadgeriyê di 29’ê adarê de bersiva parêzeran da û serlêdana wan red kir. Di hinceta biryara xwe ya redkirinê de dadgeriyê îdia kir ku cezayê disiplînê li Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş hatiye birîn. Li ser vê yekê, parêzeran îtîraz kirin. Parêzeran di îtîraza xwe de xwestin ku cezayê disiplînê bê rakirin û sedema biryara redkirinê jî bi wan re bê parvekirin. Dadgeriyê, daxwaza ji bo rakirina tecrîdê di 4’ê nîsanê de red kir. Bi redkirina vê serlêdanê re ji sala 2018’an heta niha ev bû cezayê disiplînê yê 10’emîn ku li Ocalan û girtiyên din tê birîn.    Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û yek ji parêzerên Ocalan, Rezan Sarica têkildarî tecrîda li ser Ocalan, qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re û agahînegirtina ji Ocalan bi ajansa me re axivî.    CEZA HEYE LÊ SEDEM TUNE YE   Rezan Sarica anî ziman ku di nava 23 salên tecrîdê de Ocalan rastî gelek binpêkirinên giran hat û wiha got: “Ev binpêkirin, di sala dawî de hîn girantir bûn. Ev saleke em tu agahiyan ji Ocalan û miwekîlên xwe yên din nagirin. An bersivê nadin serlêdanên me yan jî bersivên neyînî didin. Astengkirineke domdar heye. Di biryara dawî ya dadgeriyê de derheqê cezayê disiplînê de hûrgiliyek nehatiye destnîşankirin. Di esasê xwe de hewceye sedema cezayê didiplînê bi berfirehî bê vegotin. Sedema hemû biryarên dadgehê divê bi hûr û kûrî bên destnîşankirin. Divê ev bersiv li gorî hiqûqê bê dayîn. Lê belê biryareke bê sedem hatiye dayîn. Ev yek jî karekî derhiqûqî ye. Dadgerî bi vê yekê rê li ber digire ku derheqê cezayê hatiye dayîn de tiştek bê zanîn.”    ‘REWŞA SÛC’ TÊ VEŞARTIN   Sarica, destnîşan kir ku wan ji bo rakirina cezayê disiplînê serlêdan kiriye û wiha domand: “Me xwest mînakeke dosyaya cezayê disiplînê bidin me. Mafê me heye ku em bizanin bê ka dê ji bo çi îtîraz bikin. Lê sedema cezayên disiplînê û mînaka dosyayê nadin. Hewl didin vê binpêkirina hiqûqê veşêrin. Anku rewşa sûc tê veşartin. Ji ber qedexeyên hevdîtina bi parêzer û malbatan re, di dema xwe de haya me ji van cezayan çênabe. Ev jî dike ku em derfetê nebînin di dema xwe de îtîraz bikin.”    TECRÎDA SÎSTEMATÎK   Bi domdarî Sarica anî ziman ku divê delîlên sedema her cezayekî bên diyarkirin û wiha pê de çû: “Dema sedema ceza hate nixûmandin û pêşî li ber îtîrazeke bibandor hate girtin, ev yek rê li ber helwestên keyfî yên dadgeh û rayedarên saziyê vedike. Ev jî dike ku tecrîda heyî hîn girantir bibe. Sepana tecrîdê êdî ji hêla kesekî ve nayên lêpirsîn. Ev jî bi xwe re rejîmeke tecrîda sîstematîk tîne. Di encama vê de rayedarek an jî saziyek li gorî keyfa dilê xwe astengiyan derdixîne yan jî bi hiqûqê nakin. Di rewşeke wiha de miwekîlên me ji rêgeza ewlekariya hiqûqî û parastina hiqûqê bêpar tên hiştin. Di rewşa qanûnên heyî yên dijdemokratîk de jî domandina tecrîdê ewqas hêsan nîne lê li Îmraliyê her tişt hatiye qedexekirin û pergaleke derhiqûqî ya bêmînak ketiye meriyetê.”    LI DIJÎ MEWZÛATÊ YE   Di berdewamê de Sarica anî ziman ku tevî ku bi Ocalan û miwekîlên wan ên din re hevdîtin nehatiye kirin lê dîsa jî cezayên disiplînê tên dayîn û wiha derbirî: “Di qanûnê de bi berfirehî hatiye diyarkirin bê ka cezayekî disiplînê çawa dest pê dike û çawa tê bi kar anîn. Cezayê qedexeya hevdîtinê jî di qanûnê de hatiye destnîşankirin. Ji bilî wan sedeman, kesek nikare cezayê disiplînê bide û hevdîtinê asteng bike. Bêguman divê teqez sedemên ceza jî di qanûnê de hatibin destnîşankirin. Ev jî bi têrî nake, di civakeke demokratîk de divê astekî vî cezayî jî hebe. Lê tevî vê, hevdîtinên bi malbatan re bi rêk û pêk tên astengkirin. Sedema ku rê li ber cezayên disiplînê vedikin diyar in. Lê ji destpêkê heta niha lêpirsîn û cezayên disiplînê li dijî mewzûatan tên dayîn.”   EV SALEKE AGAHÎ JÊ NAYÊN GIRTIN!   Parêzer Sarica da zanîn ku ev saleke ji miwekîlê xwe agahî nagirin û wiha got: “Fikarên me û malbatê hene. Serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê ji hêla berpirsyarên daraz û îdarî ve bêencam hatine hiştin. Haya me jê nîne bê ka miwekîlên me di kîjan şert û mercan de dijîn. Hemû rê li ber me hatine girtin. Ev jî me têxe nava fikaran. Têkildarî vê rewşê birêz Ocalan bi salan berê di hevdîtinekê de digot; ‘Gelo heke hûn di nava 24 saetan de tu agahiyan ji xizmekî xwe negirin dê çi bikin yan jî hûn çi dikin?’ Bi vê gotinê baş bi me dida fêmkirin bê ka rewşa heyî çiqas girîng e. Dev ji 24 saet an jî çend rojan berde, ev saleke em nikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.”   GEL DIBÊJE ‘NAVNÎŞAN ÎMRALI YE’    Sarica, daxuyand ku Ocalan kesayetekî ji rêzê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd, birêz Ocalan weke nûnerê xwe yê siyasî û navnîşana çareseriyê dibîne û xwedî lê derdikeve. Divê ji hêla dîrokî ve girîngiya wî baş bê fêmkirin û bi ferasetekî wiha nêz bibin. Bêyî ku ev rewşa heyî rê li ber encamên nebaş veke, divê hiqûq bi peywira xwe rabe. Banga me ji rayedar û raya giştî ew e ku berpirsyartiya xwe pêk bînin. Divê parêzer û malbata wî di zûtirin dem de pê re hevdîtinan bikin.”    DI ROJBÛNA WÎ DE RED KIRIN   Di berdewamê de Sarica da zanîn ku îtîraza wan a ji bo dosyaya cezayê disiplînê di rojbûna Ocalan de hatiye redkirin û wiha berdewam kir: “Ev biryar, bi awayekî keyfî dan. Em ê ji bo vê biryarê jî îtîraz bikin. Cezayên disiplînê bi veşarî tên dayîn, têkiliya miwekîlên me bi dinyayê re qut dibe û hemû mafên wan ên îtîrazê tên binpêkirin. Ev, sepanekî derhiqûqî ye. Binpêkirina mafê darizandina adilane ye. Miwekîlên me vê binpêkirinê protesto dikin û mafê xwe yê îtîrazê bi kar nayînin.”    GELO ÇI GUHERÎ?   Sarica, bal kişand ser cezayên disiplînê yên berê û wiha got: “Ji îlona 2018’an ve ev cezayên disiplînê êdî bi awayekî sîstematîk didomin. Malbatan di îlona 2018’an de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dabûn. Cezayê ewil ê disiplînê wê demê hatibû dayîn û haya me jî wê demê jê çêbû. Daxwaza me ya serlêdanê jî bi vê sedemê hate redkirin. Me jî ji dadgehê xwest ku mînakeke dosyaya cezayê disiplînê bidin me. Daxwaza me qebûl kiribûn û hem dosya û hem jî delîl dabûn me. Lê ew cezayê disiplînê jî derhiqûqî bû. Ji ber ku tiştekî şênber tune bû. Bi kurt û kurmancî bêyî ku sedemek hebe cezayê disiplînê hatibû dayîn. Serlêdana me ya îtîrazê li Dadgeha Qanûna Bingehîn didome. Hêj biryar nehatiye dayîn. Baş e çi guherî ku niha tu daxwaz nayên qebûlkirin?”    MEBESTA JI VÊ ÇI YE?   Parêzer Rezan Sarica got ku dewlet naxwaze bêhiqûqiya li Îmraliyê tê kirin were zanîn û wiha dom kir: “Ev rewş baş radixe ber çavan bê ka daraz biryarên çiqas siyasî dide. Em nizanin ka ev ceza bi kîjan sedemê hatine dayîn. Di demên berê de bi hinceta meş û voltayan cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatibûn dayîn. Ev tiştekî derqanûnî ye. Mafê aktîvîteya sporê tê astengkirin û bêhiqûqiyê dikin. Li gorî rêgezên hiqûqa gerdûnî, divê di navbera kirin û cezayê de hevgirtinek hebe. Mafê xwe yê hewadariyê bo meşê bi kar tîne û ev ne tiştekî derhiqûqî ye. Tu eleqeya wê bi qedexeya hevdîtina bi malbatê re nîne.”    ÎZAHEKE HIQÛQÎ TUNE YE   Rezan Sarica daxuyand ku ewqas cezayên disiplînê nîşaneya tecrîdeke girankirî ne û ev nirxandin kir: “Hemû sazî bi rengekî sîstematîk tevdigerin û ev jî nîşan dide ku tu tiştên li Îmraliyê diqewimin, ji ber xwe ve çênabin. Dixwestin zextê li miwekîlên me bikin. Dixwazin şert û mercên wan girantir bikin. Tecrîda girankirî ya heyî bes nabînin. Lê di şexsê miwekîlên me de encamek ji vê tecrîdê derneket. Tu jêbaweriyekî bi van cezayên pey hev nîne. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî di rapora xwe de diyar kir ku ev ceza bi fermanên siyasî tên dayîn. Heta biryarên DMME’yê yên di sala 2014’an de bo birêz Ocalan dayîn jî hatine tespîtkirin. Lê dîsa jî di binpêkirina de israr dikin. Bi veşartina van cezayên disiplînê re hewl didin ku em nekarîn parêzertiya birêz Ocalan bikin û pêşî li têkoşîna hiqûqî bigirin. Rejîmeke veşarî yê zextê li gorî keyfa dilê xwe ava kirine û haya kesekî jê nîne. Ev yek nîşan dide ku zexta herî giran li Îmraliyê ye.”    XWEDÎDERKETINA GEL   Sarica, axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin bi cezayên disiplînê rê li ber belavbûna fikrên Ocalan bigirin. Xuyaye ku ev yek bi sedemên siyasî tê kirin. Ji fikrên birêz Ocalan ditirsin. Naxwazin haya gel ji van fikran hebe. Armanca esasî ya qedexeyan jî ev e. Lê ev hewldan dê bi ser nekevin. Di Newrozê de me daxwaza gelê kurd û dostên wan dît. Tevî astengiyan, bi milyonan kes daket qadan û peyam dan hemû cîhanê. Tecrîda li Îmraliyê çiqas giran bikin û çiqas pêşî li hevdîtinan bigirin jî gelê kurd dîsa xwedî li birêz Ocalan derdikeve. Ev jî nîşan dide ku hewldanên vala ne. Em hewl didin berpirsyartiya xwe ya parêzeriyê pêk bînin û ji bo hiqûqeke demokratîk têdikoşin. Lê bi rengekî derqanûnî pêşî li vê digirin. Dê encamek ji vê hewldanê dernekeve. Ji ber ku bi milyonan parêzerên birêz Ocalan hene û xwedî lê derdikevin. Gelê kurd, birêz Ocalan weke sedema hebûna xwe û mîsogeriya hiqûqî dibîne. Gelekî ku xwedî rastiyeke wiha dê teqez bi ser keve. Lewma dê ev pergala tecrîdê bi ser nekeve. Bang me bo dewletê ew e ku bi aqilane tevbigerin. Divê hiqûq jî vê rastiyê bibîne û demokratîk bibe.”    MA / Mehmet Aslan