Malbata Şenyaşar: Qeydên deng îtîrafên mudaxileya darazê ne 2022-04-07 13:05:00   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, qeydên deng ên kekê Îbrahîm Yildiz ê AKP’î ku ji bo teslîm bibe gotibû li benda guhertina dozger e bi bîr xist û ev peyam parve kir: “Qeydên deng ên fermî, îtîrafên mudaxileyî darazê ne.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 394’emîn de berdewam dike. Dayik û kur di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê. Malbatê li qada ku weke “Quncê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binçavkirin pankarta “Du lawên min û hevjînê min qetilkirin! Kesek jî girtî nîne! Bi fermana serdestan kurê min 4 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ez dixwazim kurê min bilez were girtin. Ji bo malbata Şenyaşar ji bo herkesê edalet” bi barîkatan ve kir û dest bi nobetê kir.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal nûçeya ajansa me ya bi navê “Kekê wekîlê AKP’î ji bo teslîm bibe li benda guhertina dozger e”  ku di 26’ê Îlonê de hatibû weşandin re ev peyam parve kir: “Heke daraz di bin kontrola kesê de nebe çima têkildarî komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêk hatî 4 sal in doz nayê vekirin? Çima hêj kesek jî nehatiye girtin? Yekane daxwaza me ew e ku qanûnên xwe pêk bînin. Qeydên deng ên fermî îtîrafên mudaxileya darazê ne.”