Ji 6 rojnamevanan re cezayê hepsê hat xwestin 2022-04-07 14:09:00   STENBOL - Di danişîna doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de ku 7 rojnamevan jê tên darizandin, ceza ji bo 6 rojnamevanan hat xwestin.    Danişîna ji nû ve ya doza 7 rojnamevanên ji rojnameya Ozgurlukçu Demorkasî ku bi KHK’ê hatibû girtin tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 23’yemîn hat lidarxistin. Rojnamevan beşdarî danişînê nebûn û tenê parêzerên wn Sercan Korkmaz û Ozcan Kiliç di danişînê de amade bûn.    Dozger di danişînê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine rojnamevan Reyhan Hacioglu, Hicran Urun, Mehmet Alî Çelebî, Pinar Tarlak, Îshak Yasûl û Îhsan Yaşar bi îdiaya “endamtiya rêxistinê”, “propaganda rêxistinê” û “belavkirin û çapkirina weşanên rêxistinê” bên cezakirin. Dozger derbarê Mizgîn Fendîk a belavkara rojanmeyê de jî beraetê xwest.     Parêzer jî axivîn û ji bo parastina li dijî mutalayê dema zêde xwestin. Dadger daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 14’ê hezîranê kir.