Malbatên li Stenbolê di Nobeda Edaletê de ne: Em ê çalakiyên xwe bidomînin 2022-04-07 15:34:37   STENBOL - Malbatên girtiyan ku li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li Stenbolê hefteyê carekê çalakiya Nobeda Edaletê li dar dixin, diyar kirin ku wê li dijî hemû astengiyan jî çalakiya xwe bidomînin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Stenbolê dane destpêkirin di hefteya sêyemîn de li ber Edliyeya Bakirkoy a Stenbolê berdewam dike.  Vê hefteyê dayika girtî Hamgîn (Xemgîn) Karakaş ku li Girtîgeha Tîpa T a Bolvadîn a Afyonkarahîsarê tê ragirtin, Cemîle Karakaş, xwişka girtî Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Maltepeyê tê ragirtin, Cemîle Çîftçî û dayika girtî Yakûp Akman ku li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin Fincê Akman çalakiya xwe berdewam kirin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum û endamên Rêxistina HDP’a Bahçelîevlerê piştgirî dan çalakiya Nobeta Edaletê.    ‘EM PAŞDE GAVÊ NAAVÊJIN’   Dayika girtî Yakûp Akman, Fincê Akman, bertek nîşanê astengkirina çalakiya wan da û diyar kir ku kes nikare wan wan bi binçav kirin, girtin û kuştinê bitirsîne. Akman, da zanîn ku dê çalakiya xwe her tim bidomînin û axaftina xwe wiha domand: “Ev kesên astengiyê ji bo me derdixînin bila baş bizanin ku em natirsin. Ew me bi hezar caran jî binçav bikin, em natirsin û paşde gavê naavêjin.”   KA EDALET?   Akman, bang li siyasetmedar, saziyên sivîl ên civakî, kesên xwedî wijdan kir û got: “Bila herkes xwedî li çalakiya me derkevin. Wezirê Edaletê dibêje vaye edalet. Ka edalet? Bila edaleta rast pêk bînin. Zarokên me di girtîgehan de ne dîsa jî bela xwe ji wan venaken. Çima mafê zarokên me binpê dikin. Nahêlin zarokên me hevdîtin û mafê telefonên xwe pêk bînin. Kes bê xwedî nîne. Em malbatên hemû girtiyane.” Akman, xwest ku di serî de Aysel Tûglûk, Gulten Kişanak, Sebahat Tuncel û Selahattin Demîrtaş bên berdan û wiha pê de çû: “Kesê tişt ne kiriye, bê heq û hiquqî di girtîgehê de girtîne. Bila zarokên me, siyasetmedarên me, hevşaredarên me êdî neyên girtin, berdin.    ZAROKÊN ME BERDIN   Dayika girtî Xemgîn Karakaş, Cemîle Karakaş jî got li ku derê lêgerineke edaletê hebe ew dê li wê derê bibe û wiha got: “Ez di serî de bangî hemû cîhan û serokkomar dikim. Bi taybet bang li Emîne Erdogan dikim, ew jin û dayikeke hewceye me fêm bike. Ger wijdana wê hebe, bila destê xwe dane ser wijdana xwe û me fêm bike. Bila vê qêrina me bibîhize û rondikê em dibarînin bibîne. Lawê min ev sê sal in ji min dûr xistine. Emîne Erdogan nikare tenê sê seatan ji lawê xwe dûr bikeve, lê bele ez sê sal in ji zarokê xwe dûr im. Êdî tu hêza me ya xwe li ser piya bigirin nemaye. Bila êdî zarokên me berdin. Em ê heya roja dawiyê mafê zarokên xwe biparêzin.”   ‘DEST JI SÎYASETA XWE YA DIJMINATIYÊ BIKÊŞIN’   Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum jî ani ziman ku li gelek deveran çalakiyên nobedên edaletê didomin û destnîşan kir ku ji ber bêedaletî û bêhiqûqiya li Tirkiyeyê malbatan ev çalakî dane destpêkirin. Gulum, bi lêv kir ku kesên mafê xwe dixwazin û muxalîf in tên girtin û wiha got: “Kurd ji ber ku azadiya xwe dixwazin tên girtin. Bi hezaran jin, ji bo dayîna têkoşîna azadiya jinê girtin. Ev jî êdî têra wan nake, girtîgeh jî kirin cihê mirin û zilmê. Dest ji vê siyaseta xwe ya dijminatî bikêşin. Her wiha dest ji siyaseta xwe ya kuştin û nefretê jî bikêşin. Em edaletê dixwazin. Ji bo girtiyên nexweş azadî. Em ê her tim piştgiriyê bidin malbatan.”  Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmeya “Heq, hiqûq edalet” bi dawî bû.