Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî mirina Sevînç dan 2022-04-07 15:41:12   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan, di Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de bertek nîşanî terkkirina mirinê ya girtî Mehmet Sevînç dan û banga berdana girtiyên nexweş kirin.    Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan, di roja 40'an de berdewam dike. Xizmên girtiyan, nobeta xwe îro li EGE TÛHAYDER'ê pêk anîn. Xizma girtî Hanîfe Gumuş, di nobetê de axivî û bertek nîşanî şertên ku Mehmet Sevînç li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê ya Manîsayê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest dabû, terkî mirinê hatibû kirin da.    'DEWLET HIQÛQÊ NAS NAKE'   Gumuş, diyar kir ku li girtîgehan zext û îşkence li girtiyan tê kirin û wihat got: "Dewleta tirk hiqûqê nas nake. Li girtîgehan cenaze derdikevin. Îro ji Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê Mehmet Sevînç ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û jiyana xwe ji dest da. Gumanên malbata wî hene. Dibe ku bi awayekî din jî mirîbe. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Bila demildest deriyên girtîgehan bên vekirin û girtiyên nexweş bên berdan."