Beştaş: Cînayetên li girtîgehan rawestînin 2022-04-07 16:59:46   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, mirina girtî Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê jiyana xwe ji dest da bir rojeva meclisê û ev tişt got: "Navê vê  sewqkirina mirinê û cînayet e. Van cînayetan demildest rawestînin."    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li Lijneya Giştî ya Meclisê mafê axaftinê girt û bal kişand ser Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê jiyana xwe ji dest da. Beşta, diyar kir ku  careke din ji girtîgehan agahiyeke mirinê girtine û wiha got: "Sevînç 28 sal in girtî ye. Keça Sevînç Berîvan derbarê rewşa bavê xwe de gotibû, 'Bavê min kirin hucreya yekkesî û kuştine. Qet agahî jî nedane me. Çima miriye, çi hatiye serê wî em nizanin. Agahiyê mirine ne bijîjkan leşkeran da me'. Girtiyên nexweş yek yek li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin. Navê vê sewqkirina mirinê ye, cinayet e. Demildest van cînayetan rawestînin.   Di berdewama axaftina xwe de Beştaş, bal kişand ser astengkirina berdana Erdal Tûncel ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye û got ku ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve înfaza wî hatiye şewitandin. Beştaş, daxwaz kir ku pêkanîna şewitandina înfazê bê rawestandin.