ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-08 09:00:58 * HDP'ê ji bo lêkolînkirina binpêkirina mafên jiyanê yên li girtîgehan heyetek ava kir. Parlamenterên di nava vê heyetê de cih digirin gotin: "Heya binpêkirinên mafan bi dawî bibin em ê bixebitin."  * Endamê Komeleya Alîkarî û Pişevaniyê ya Dîndaran a bi KHK’ê hat girtin Mele Hecî Qadah bi wesîleya meha Remezanê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê û got: “Misilmantiya hikûmetê tenê bi devkî ye."   * Li Midyadê sercerdevan Şukru Akçay û birayên wî Mûsa Çelîk kuştibûn. Di îdianameya hat amadekirin de derket holê ku Çelîk bi çeka dewletê hatiye kuştin.    * Beyaz Çîftçî, dayika girtiyê nexweş rojnamevan Ferhat Çîftçî, diyar kir ku 2 sal in kurê xwe nedîtiye û xwest girtiyên nexweş bên berdan.    * Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ji bo çîrokên girtiyên jin bikin pirtûk xebatek dane destpêkirin, bang li malbatan û girtiyên jin kirin: "Çîrokên xwe bigihînin me."   * Aktivîsta TJA'yê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku kesên biunîforma yên destdirêjiyê dikin nayên cezakirin û feraseta nêrza bi vî awayî hewl dide ku bi bedena jinan re tevna civakê parçe bike.    *  Li Dersimê sewalvan Mehmet Taçyildiz, anî ziman ku ji ber krîza aborî sewalvanî êdî bûye eziyet.    * Şêniyên ji gundê Spîndarok û Gundikêremo ku gundên wan ji lêgerîna madenê re hatine vekirin bertek nîşan dan û gotin: "Avahiyên me hilweşandin, goristanên me xera kirin û kaniyên me çikandin. Ma gelo ev ne zilm e?"   * Koma Şanoyê ya bi navê ‘Kumpanya Med’ bi şêwaza "Komediya Absûrd" lîstika xwe ya yekem derket ser dikê.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 396'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza girtiyên nexweş û rewşa wî giran rojnamevan Devrîm Ayik dê li Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê ya 2'yemîn bê lidarxistin. (09.30)   * Hevserokên Jin ên HDP'ê yên Bajaran dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîn bicivin û Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan axaftina destpêkê bike. (10.00)    * Danişîna 11'emîn a Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * DÎSK, KESK, TMMOB, TTB, dê têkildarî bernameya 1'ê Gulanê li Navenda Giştî ya DÎSK'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.30)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16-00)