Sercerdevan bi çeka dewletê Mûsa Çelîk kuştiye 2022-04-08 09:06:38 MÊRDÎN - Li Midyadê sercerdevan Şukru Akçay û birayên wî Mûsa Çelîk kuştibûn. Di îdianameya hat amadekirin de derket holê ku Çelîk bi çeka dewletê hatiye kuştin.  Li gundê Mesken ê Midyada Mêrdînê, di 21'ê Mijdara 2021'ê de Mûsa (Mazlûm) Çelîk ê 28 salî ji aliyê sercerdevan (Şukru (Şîrîn) Akçay û birayên wî Veysî û Mahsûm Akçay ve bi çekan hatibû kuştin. Piştî bûyerê sercerdevan Akçay û birayên xwe hatibûn girtin. Serdozgeriya Komarê ya Midyadê lêpirsîn dabû destpêkirin.    Piştî lêpirsînê bi sûcê "kuştina bi qestî" îdianame amade hat amadekirin. Dozgeriyê di îdianameyê de xwestiye ji ber "tehrîkê" cezayê sûcdaran bê kêmkirin. Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê jî îdianameyê bi heman awayî qebûl kir.    Sûcdaran di îfadeya xwe de diyar kiriye ku "ji ber ku cerdevan in û nêzî dewletê ne" li gund kes ji malbata wan hez nake û Mûsa Çelîk jî wekî "PKK"yî dane nîşandan. Lê belê piştî hevdîtinên bi dozgeriyê û midûriyeta polîsan a bajêr re, hatiye diyarkirin ku tu pêwendiya Çelîk bi PKK'ê re tune ye.    BI ÇEKA DEWLETÊ HATIYE KUŞTIN   Di îdianameyê de îfadeya sercerdevan û birayên wî û şahidan hatiye dayîn. Ji îfadeyan xuya dike ku sûcdar hewl didin xwe ji vê cinayetê xelas bikin. Sercerdevan Şukru Akçay, di îfadeya xwe de angaşt kiriye ku ji ber keyayê gund e û sercerdevan e bi nêzîkatiyeke hisûmetî re rû bi rû maye û roja bûyerê di dest wî de çek tune bûye. Lê belê di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku li gor lêkolînên hatine kirin cinayet bi çeka ku dewletê daye Şukru Akçay hatiye kirin.    Her wiha di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku li ser çekê xwîna Şukru Akçay û li ser Şukru Akçay bermayiyên teqandina çekê hatine tespîtkirin.    Mahsûm Akçay, birayê sercerdevan Şukru Akçay jî di îfadeya xwe de angaşt kiriye ku nizane kî Çelîk kuştiye û wî di dema bûyerê de çek ber bi hewayê ve teqandiye.    Veysî Akçay jî ku di îfadeya xwe ya ewil de li xwe mikur hatibû û gotibû wî Çelîk kuştiye, di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye Şukru Akçay bi keleşkofê Çelîk kuştiye û gotiye: "Birayê min Şukru Akçay ji min re got, 'gava ji te pirsîn bêje min ew kuştiye.'"    MA / Ahmet Kanbal