Dayika rojnamevanê girtî û nexweş: Girtiyan berdin 2022-04-08 09:06:39 RIHA - Beyaz Çîftçî, dayika girtiyê nexweş rojnamevan Ferhat Çîftçî, diyar kir ku 2 sal in kurê xwe nedîtiye û xwest girtiyên nexweş bên berdan.  Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Edeneyê di 16'ê Sibata 2011'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 19 sal û 8 meh ceza li Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Dîlokê Ferhat Çîftçî birîbû. Çîftçî ku niha di Girtîgeha Tekirdagê ya Jimare 1 a Tîpa F'yê de ye, nameyek ji Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) re şand. Çîftçî, di nameya xwe de li ser tenduristiya xwe sekiniye.    Çîftçî, di nameya xwe de diyar kiriye ku nikare bi tena serê xwe lazmatiyên xwe peyda bike û heya meha Îlonê li cem gelek bijîşkên cuda test û tehlîl kirine û piştî testa EMG'ê kifş bûye ku nexweşîna CÎDP'ê lê peyda bûye. Çîftçî, got: "Di noronên motor de blok çêdibin. Û mejî, nikare sinyalên baş bişîne masûlke û lebatên din. Ev jî dibe sedema qelsbûnê, dilxelandinê, hilmgirtinê, bêhn stendin û vedanê." Çîftçî, bi lêv kiriye ku dermanek dane wî û piştî wê dermanê hinekî bi xwe ve hatiye û got. "Niha 5 meh in tedawî dibim. Ez hê jî vî dermanî dixwim. Lê tedawiya bi vî dermanî pir zehmet e."   Çîftçî, destnîşan kiriye ku hem nexweşîna wî hem jî dermankirina wê pir zehmet e.   SEWQÎ CIHEKÎ DÛR HATIYE KIRIN   Dayika wî Beyaz Çîftçî jî diyar kir ku gelek nexweşîn li kurê wê peyda bûne. Çîftçî, da zanîn ku kurê wê berê di Girtîgeha Dîlokê û paşê di ya Rihayê de bûye û gava di van girtîgehan de bûye dikaribûye biçe cem wî, lê niha di Girtgeha Tekirdagê de ye. Çîftçî, destnîşan kir ku ji ber vê 2 sal in kurê xw nedîtiye û got: "Ez dixwazim kurê min bê berdan, ger bernadin jî bila wî sewqî cihekî nêz bikin qet nebe karibim wî bibînim."    DESTÊN WÎ DIREHILIN   ÇÎftçî, bi lêv kir ku hefteya borî kurê wê telefonî wê kiriye û gotiye destên wî direhlin û got: "Nikare xwarinê bixwe. 2 sal in min ew nedîtiye. Li cihekî pir dûr e. Ji ber ku nexweş im nikarim biçim. Kurê min jî ji ber vê naxwaze biçim. Kurê min dibêje, 'Dayê nebî nebî tu werî ha, tu yê di rê de bimirî.' Ew jî bi enxweşîna min dizane. Dizane şekir û tansiyon bi min re heye. Ji bo wî bînin girtîgehek nêzî me, me daxwazname da, lê qbeûl nekirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Dixwazium demildest kurê min bê berdan."    Çîftçî, ji bo berdana girtiyên nexweş bang li rayedaran kir.    MA / Mujdat Can