Rojnameger Hîkmet Tunç îfade da 2022-04-08 13:03:10   WAN - Derheqê nûçegihana JinNews’ê Hîkmet Tunç de bi sedema nûçeya ku derheqê qeyûmê Şaredariya Bêgirê de çêkiribû, doz hatibû vekirin û ev doz hatibû xerakirin. Tunç, di çarçoveya jinûvedarizandinê de îfade da.   Nûçegihana JinNews’ê Hîkmet Tunç bi sernavê “Rûxandin û piştre jî winda bûn” nûçeyek amade kiribû. Li ser vê yekê qeyûmê Şaredariya Bêgirê Harûn Yucel bi îdiaya “nûçeya bêbingeh çêkiriye” giliyê rojnameger Tunç kiribû. Dozgeriyê jî bi îdiaya ku “heqaret” li qeyûm Yucel kiriye, derheqê rojnameger Tunç de doz vekir û 8 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû. Tunç û parêzera wê jî îtîraz kirin. Li ser vê yekê Dadgeha Sizayî ya Giştî ya Bêgirê ferman da ku îfadeya Tunç were girtin.    XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ   Tunç, li 4’emîn Dadgeha Sizayên Giştî ya Wanê îfade da û got ku nûçeya xwe di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de çêkiriye. Tunç, anî ziman ku di nûçeya wê de tu heqaret nehatine kirin û wiha domand: “Nûçeya ku min derheqê qeyûm de çêkiriye, ji rapora partiyeke siyasî hatiye girtin. Di raporê de nelirêtiyên qeyûm hatibûn vegotin û min jî nûçeya vê çêkir. Ya ku min kiriye tenê karê rojnamegeriyê ye.”