Ber bi Îdlîbê ve sewqîyata eskerî 2022-04-08 19:01:18   NAVENDA NÛÇEYAN - 41 wesayîtên eskerî yên Tirkiyeyê ber bi başûr rojhilatê Îdlîbê ve hatin şandin.    Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 41 wesayîtên eskerî yên Tirkiyeyê ber bi Îdlîbê ve hatine şandin. Hat diyarkirin ku di nav van wesayîtan de, wesayîtên zirxî jî hene.    Yekîneyên zirxî yên ketin Îdlîbê, li binkeya eskerî ya Mestûmeyê bi cih bûn.