Li Wanê zabiteyan êriş bir ser welatiyan 2022-04-08 19:14:55   WAN- Zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, êriş birin ser welatiyên ku çayê difiroşin.   Zabiteyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, êriş birin ser welatiyên ku li navenda bajêr di semaweran de çayê difiroşin. Bûyer duh bi şev çêbû. Zabiteyan li welatiyên ku her sal di meha Remezanê de piştî fitariyê çayê difiroşin xistin û dest danîn ser amûrên wan.