Li Kerboranê mirinek bi guman 2022-04-08 21:56:47   MÊRDÎN - Li Kerboranê jina bi navê Emîne Cebe ya 23 salî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Kerboran a Mêrdînê duh bi şev jina bi navê Emîne Cebe ya 23 salî û malbata xwe ketine qirika hev. Piştî genegeşiyê Cebe ji mal derketiye. Îro danê sibehê jî cenazeyê wê li înşeatekê hatiye dîtin.    Zarokan îro danê sibehê li înşeatekê cenazeyê Cebeyê dîtine û haya malbatê pê xistine. Piştî vê malbat û tenduristkar çûne cihê bûyerê. Tenduristkaran cenazeyê Cebeyê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Piştî otopsiyê cenazeyê Cebeyê hatiye definkirin.