Li Girtîgeha Rihayê cihêkariya 'e-Goruş'ê 2022-04-09 09:06:22 RIHA - Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel a OHD'î li Girtîgeha Rihayê hevdîtin bi girtiyan re kir, ragihand ku "e-Goruş" jî di nav de girtî bi gelek cihêkariyan re rû bi rû dimînin û îdareya girtîgehê heftê 2-3 caran davêje ser odeyên wan.  Li girtîgehan her roj binpêkirinên mafan ên girtî bi wan re rû bi rû dimînin zêde dibin. Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T'yê girtiyên siyasî ji SEGBÎS û "e-Goruş" bêpar tên hiştin. Girtiyan ragihand ku bi tayinkirina dozgerekî nû re îdareya girtîgehê hefteyê 2-3 caran davêje ser odeyên wan û daxwaznameyên wan esas nayên girtin.    Piştî malbatan serî li Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê da, komeleyê di 6'ê Nîsanê de li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 1 û Jimare 2'yan a Tîpa T'yê hevdîtin bi girtiyan re kir. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê ya Şaxa Rihayê Ayşe Şehrîban Demîrel ku di heyetê de bû, têkildarî hevdîtina bi girtiyan re û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê axivî.    ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN'   Demîrel, diyar kir ku têkildarî binpêkirinên mafan li girtîgeha jimare 1 û jimare 2'yan bi gelek girtiyan re hevdîtina rû bi rû kirine. Demîrel, da zanîn ku dê binpêkirinên mafan ên wan tespît kirine wekî rapor bi raya giştî re parve bikin û got: "Beriya şewbê binpêkirinên mafan zêde bûn, lê bi şewbê re zêdetir bûn. Ev pirsgirêkên kronîk bûne her diçe zêdetir dibin. Me roja çarşemê hevdîtin bi girtiyan re kir. Girtiyan, ragihand ku daxwazname, name û çalakiyên wan ên hevpar hatine qedexekirin. Girtiyan got, lêpirsînên dîsîplînê wekî keysekê tên bikaranîn. Gotin, di tiştekî biçûk de jî bi gefa cezayê dîsîplînê re rû bi rû dimînin. Bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn. Girtiyan diyar kir ku, li girtîgehê tu pîvanên paqijiyêt une ne. Çendî şewb heye jî, lê mirov nikare behsa paqijiyê bike. Ev jî dike ku girtî bi şewbê re rû bi rû bimînin."    LÊGERÎNÊN KÊFÎ   Demîrel, da zanîn ku îdareya girtîgehê hefteyê 2-3 caran davêje ser odeyên girtiyan û ev yek meseleya paqijbûnê girnatir dike. Demîrel, destnîşan kir ku di dema lêgerînê de bêhiqûqîtî tên kirin û got: "Di dema lêgerînê de eşyayên zarûrûî yên girtiyan jî tên desteserkirin. Amûrên wan ên paqijiyê jî tên desteserkirin. Girtiyan ragihand ku di dema lêgerînê de rêvebir bi awayekî devkî wan tehrîk dikin û provakatoriyê dikin. Girtiyan got, gava bersivê didin jî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Ji ber vê înfaza wan tê şewitandin."    CIHÊKARÎ   Demîrel, destnîşan kir ku li girtîgehê bi rêya SEGBÎS'ê derfeta "e-Goruş"ê heye ku girtî bi vê dikarin hevdîtinê bi malbatên xwe re bikin, lê belê girtiyên siyasî ji vê yekê bêpar tên hiştin. Demîrel got: "Li girtîgehê cihêkarî pir zêde ye. Çendî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) cihêkarî qedexe kiriye jî, lê rêvebiriya girtîgehê dijî vê tevdigere. Girtiyên siyasî 10 deqeyan dikarin bi telefonê hevdîtinê bikin, lê yên edlî 20 deqeyî. Girtiyên edlî sûdê ji hevdîtina bidîmen digirin, lê yêns iyasî na. Gava di dema hevdîtina girtî de serdêrê girtî neyê, ev mafê hevdîtinê li yê bi telefonê tê zêdekirin. Ên edlî sûdê ji vê yekêd igirin, lê yên siyasî na. Ev cihêkarî ye. Bi vê cihêkariyê re tecrîda li ser girtiyan zêdetir dibe."    JINÊN GIRTÎ   Demîrel, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên girtiyên jin bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Bi taybetî di warê paqijiyê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û rêvebiriya girtîgehê ji bo vê tiştekî nake."    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Demîrel, da zanîn ku li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê li girtîgehên jimare 1 û jimare 2'yan ên Tîpa T ên Rihayê û li Girtîgeha Sêwregê ya Jimare 1 a Tîpa T'yê 5 jê giran 34 girtiyên nexweş hene û ev girtî jî bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Demîrel got: "Girtiyên nexweş ji ber raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) nayên berdan." Demîrel, diyar kir ku li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê hevdîtin bi girtiyê nexweş Bozo Yilmaz ê 67 salî re kiriye û got: "Nexweşîna KOAH'ê pê re ye. Gava hat cihê hevdîtinê hindik mabû bêhna wî biçike. Bi destan û îşaretan pêwendî danî. Piştî hinekî bêhna xwe veda, axivî. Rewşa wî giran e û demildest divê bê berdan. ATK bi awayekî bêhiqûqî rapora 'dikare di girtîgehêd e bimîne' daye wî. Me li cihê cih tespît kir ku Yilmaz nikare di girtîgehê de bimîne."    Demîrel, destnîşan kir ku ew OHD dê têkoşîna wan a li dijî binpêkirinên mafan bidome û got: "Heya ev prisgirêk çareser nebin em ê îşaret bi peywira rayedaran bikin. Çareserkirina meseleyan bi guherandina atmosfera siyasî pêkan e."    MA / Emrûllah Acar